Trump: Erdogan dixwest Kurdan tune bike

Serokê Amerîkayê got, serokomarê Tirkiyê  Receb Teyyîp Erdogan dixwaze Kurdan tune bike û  artêşek da ku bi"Helvalbendên me yên qeremên re" yên ku li dijî DAIŞ`ê şer kirin, dest bi şer bikin şandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di dawiya Lûtkeya G20 ku li Osaka ya girêdayî Japonyayê hate lidarxistin, civîneke  çapemeniyê çêkir û tê de behsa encamên Lûtkeya G20`an kir.

Di vê çarçoveyê de dema ji Trump der heqê hevdîtina bi Erdogan re hate pirsîn, Trump têkildarî rewşa Enqera ya kirîna moşekên rûsî yên S-400 û dê rastî cezayan were ya na tiştek negot.

Li gorî toreya CBS a girêdayî Amerîkayî ragihand ku Trump got, serokê Tirkiyê bi Kurdan re bi nakok e û bi wan re di nava dijminahiyê de ye, herwiha leşkerên xwe da ku li Sûriyê êrîşî kurdan bike, bi cih kirine, lê ser vê yekê vegeriya.

Trump Tirkiyê wekî"dozeke balkêş" wesif kir û got, Erdogan rojekê xwest ku"Kurdan tune bike"li ser vî esasî 6 hezar û 500 leşkerên xwe li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi cih kirin û bi vê yekê dixwest bi "hevalbendên me yên qehremên ên kurd re", ku li dijî DAIŞ`ê şer kirine, eniyekê veke.Têkildarî mijarê Trump peywendiya li gel Erdogan û daxwaza ku bi vê yekê ranebe û  Erdogan jî ev yek pêk neanî.

(eh) 


Mijarên Din