Trump û Hefter "Têkoşîna li dijî terorê li Lîbyayê" nîqaş kirin

Koşka Spî îro ragihand ku serokê DYA‘yê Donald Trump peywendiyeke telefonê li gel fermandarê arêtşa Niştimanî ya Lîbyayaê Mûşîr Xelîfa Hefter re çêkir û mijara şerê li dijî terorê û girîngiya pêkanîna aştî û ewlehiyê li Lîbyayê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya Koşka Spî de tê gotin "Turmp di peywendiyeke telefonê de li gel Mûşrî Hefter ku roja Duşema derbasbûyî pêk anî, rola Mûşîr di şerê li dijî terorê û parastina berhemên petrolê li Lîbayayê destnîşan kirin."

Li gorî ajansa Reutrsê, di daxuyaniya Koşka Spî de hate gotin ku Trump û Hefter nêrîna hevpar girêdayî veguhestina Lîbyayê ber bi sîsteme siyasî û demokratîk ve nîqaş kirin.

Daxuyaniya Koşka Spî, piştî rojekê ji redkirina DYA û Rûsya biryara Konseya Ewlehiya ya NY‘yê ya banga agirbestê li Lîbyayê tê.


Mijarên Din