Trump: Japonya dê 105 balafirên F 35 bikire

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Japonya dê 105 ji balafirên Amerîkayê yên nû F 35 bikire.

Ji Japonyayê îro Trump got: "Japonya niha niyeta xwe ji bo kirîna 105 ji balafirên nû F 35 ên nepenî ragihand. Ji ber ku di rastiyê de nayên dîtin."

Serokê Amerîkayê wiha domand: "Peymana kirînê dê Japonyayê bike xwediyê mezintirîn kerwana balafirên şer F 35 di nav hevalbendên DYA`yê de."

Japonya di Kanûna 2018`an de niyeta xwe ji bo kirîna 105 balafirên şer F 35 ragihandibû.

Dazgehên çapemeniyê wê demê nirxa peymanê bi zêdetirî tirlyon Yen yanî 9.1 milyar dolar texmîn kiribûn.

(şx)

 


Mijarên Din