Trump û Moon li ser berdewamiya diyalogê lihev kirin

Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in û yê Amerîka Donald Trump rewşa li Şibih El-Cezîrê ya Koreya bi xeter wesifandin û li ser berdewamiya danûstandinan li hev kirin.


Berdevka ofîsa Koreya Başûr Ko Min-Jang got ku herdu serok bi rêya telefonê rewş nirxandin û diyar kirin ku rewşa li Şibih El-Cezîrê ya Koreya xeter e.

Ko Min-Jang wiha domand: "Herdu serokan li ser girîngiya berdewamiya diyalogê ji bo pêkanîna encamên demildest ji danustandinan der barê jidest derxistina çekên nukleerî lihev kirin." Her wiha diyar kir ku axaftina telefonê li ser daxwaza Trump pêk hat.

 

 


Mijarên Din