Trump, New York ji ber Korona wek herêmek kerastan ragihand

Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya pêşkêşkirina alîkariyê ji gelê Amerîkayê re li hember vîrusa Korona rêzebiryarên aborî ragihand û got: "Em ê di şerê li dijî vîrusa korona de bi serkevin."

Serokê Amerîkayê di kongreyek çapemeniyê de girêdayî vîrusa Koronayê got, ezmûnên bê pere ji bo keşfkirina haletên pêketina vîrusê hene.

Trump bajarê New Yorkê wek herêmek kerastî ji ber vîrûsa korona ragihand.

Ji aliyê xwe ve cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence got gelê Amerîka bi awayekî erênî biryarên li dijî Korona tînin cih.

Pence wiha domand: "Em hewl didin pêdiviyên bijîşkan peyda bikin." Pence teqez kir ku her du partî Komarparêz û Demokratîk li dijî Korona hevkar in."

Pence got: "Ruxmî ku bijîşkê Koşka Spî diyar kir ku tu sedemek tuneye ku ez bi nexweşiyê bikevim û pêwîst nake  ez testê çêbikin. Lê ji bingeha erkên min wek cîgirê serok ez û hevserê xwe dê di fahsa Korona yê re derbas bibin."

(şx)


Mijarên Din