Trump niyeta xwe ji bo şandina 120 hezar leşkeran ji Rojhilata Navîn re derewand

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê rastiya raporên ku behsa niyeta wî di şandina 120 hezar leşkeran de ji Rojhilata Navîn re ji bo şerekî muhteme li djiî Îranê derewand.

Trump got, ew rapor ne rast in û destnîşan kir ku DYA`yê amade ye ku zêdetirî wê hejmarê rêke eger pêwîst bike.

Rojnameya Newyork Times li gorî rayedarên rêveberiya Amerîkayê got rêveberî planên girêdayî bi Îranê re dinirxîne. Li gorî wê dê zêdetirî 120 hezar leşker bişîne Rojhilata Navîn, ev hejmar jî mîna hejmara hêzên Amerîkayê ye dema ku tev li şerê Iraqê bû sala 2003`yan.

Rojnameyê li ser zimanê rayedaran ragihand ku Wezîrê Bervanê bi Ajansê  Patrick Chanhan di civîna Trump de bi rayedarên peyabilind ên ewlehiyê re roja Pêncşemê, plansaziyek leşkerî nûjen pêşkêş kiriye. Li gorî planê eger Îran êrîşî hêzên Amerîkayê bike yan jî bi lez çekên nukleerî çêke, dê wê hejmarê rêkin. 

Nakokî di navbera Îran û DYA`yê de ji destpêka vekişîna Washingtonê ji hevpeymana nukleerî ya ku di 2015`an de bi armanca rêgirtina li pêşiya çalakiyên Tehranê yên nuklerî hate mohrkirin zêde bû. Washington carek din cezayên girankirî li Îranê ferz kirin.

Trump hewl dide Tehranê neçar bike ku peymanek berfireh ji bo rêgirtina li pêşiya bikaranîna çekan bide qebûlkirin, her wiha di rojên dawî de keştiya balafiran û bombeavêjin B52 şand herêmê da ku li hember gefên li dijî Hêzên Amerîkayê bisekine mîna gotinên rayedarên Amerîkayê.

(şx)

 


Mijarên Din