​​​​​​​Trump "Peymana sedsale" ragihand

Serokê Amerîkayê Donald Turmp di kongreyeke çapemeniyê de li gel serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Koşka Spî projeya "Peymana Sedsalê" an jî projeya aştiyê li Rojhilata Navîn fermî ragihand.

Trump got: "Îro gaveke girîng ber bi aştiyê ve ye" û anî ziman ku nêrîna wî ya ji bo aştiyê ji ya sala borî bi tamamî cûda ye. Her wiha anî ziman ku proje ji 80 rûpelan pêk tê.

Trump wiha domand: "Îsraîlê agavan ber bi aştiyê ve davêje û filistînî layîqî derfeteke jiyaneke baştir in. Projeya aştiyê ya di navbera Îsraîl û Filistînê de xeteke bi hêz ber bi pêş ve ye."

Donald Trump got: "Ev cara yekemîn e ku Îsraîlê destûr dide weşandina nexşeyek pêşniyar ya plana aştiyê Îsraîl-Fîlîstîn. ", û diyar kir ku li gorî navaroka plane "Qudis dê bimîne paxteyek ne parçekirî ya Îsraîlê."

Trump got, plana wî "derfeta dawî" ji bo filistiniyan e.

Netanyahu jî got: " Peymana Sedsalê derfeta sedsalê ye û ji dest bernadin."

Lîderê mûxalefeta Îsraîlê Benny Gantz ev proje "girîng" nirxand û got, bûyereke dîrokî ye û dê dimildestê piştî hilbijartinên Adarê pêk bînin.

Têkildarî helwesta filistîniyan Trump got: "Texmîn dikim ku di destpêkê qebûl nakin lê bawer im wê dawî qebûl bikin..ev ji bo wan tiştekî baş e."

Filistînî dibêjin ku ew ji bo beşdarbûna pêşniyara Trump nehatin vexwendin û anîn ziman ku proje bêyî wan biser nakeve.

Projeya "Peymana Sedsale" berhemên keda 3 salan a zava û mezinên şêwirmendê wî Jared Kushner e.

 


Mijarên Din