Trump şêwirmendê Ewlekariya Netewî ji kar dûr xist

Serokê DYA’yê Donald Trump şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî John Bolton ji erkê dûr xist.

Trump bi peyameke li ser Tewitterê parve kir got: “Duh şev êdî pêwîstî bi xizmetkirina John Bolton a Koşka Spî nemaye. Weke kesên din ên di rêveberiyê de, tevlî gelek pêşniyarên wî nedibûn ji ber vê yekê min daxwaza îstifakirina wî kir, wî jî vê sibehê îstifaya xwe pêşkêşî min kir.”

Trump destnîşan kir ku ji bo şêwirmendê nû ewlekariya netewî wê di hefteya pêşiya me de eşkere bike. Bolton şêwirmendê ewlekariya netewî yê çarê bû ku Trump re dixebitî.


Mijarên Din