Trump: Tevgera leşkerî ya li dijî Îranê hîn li ser masê ye

Serokê Emerîka Donald Trump îro ragihand tevgera leşkeri ya li dijî Îranê hîna li ser masê ye û destnîşan kir ku welatê wî dixebite da ku hîna bihêtir cezayan li Tehranê bibire.

Ruetersê ragihand, Trump diyar kir ku armanca cezayan ew e Îran çeka nukleerî negire.

Serokê Emerîka destnîşan kir ku ew ê berê xwe bide Camp David da ku danûstandinan derbarê Îranê de bike, lê Trump aliyên ku beşdarî van danûstandinan bibin, diyar nekir.

Daxuyaniyên Trump pêk hatin, di demeke ku Îranê zimanê xwe toj kiriye û gefan li berjewendiyên Emerîkayê dixwe ku Washington êrîşek ser welatê wan pêk bîne.

Berdevkê hêzên çekdar ên Îranê Ebo El-Fedil Şikarcî wiha got: "Avêtina yek goleyê ber bi Îranê ve, dê berjewendiyên Emerîka û hevkarên wê li herêmê biteqe.”

Gefên Îranê piştî çend seatan ji ragihandina Trump ku ew ê derbeyeke leşkerî li Îranê bixe, paşê beriya çend deqan ji pêkanîna wê, betal kir, pêk tê.

 


Mijarên Din