Trump: Tirkiyê balafirên F 35 bi destnaxe

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro biryara Tirkiyê ya wergirtina S400 ya Rûsî rexne kir û got DYA`yê 100 balafirên F35 nafiroşe Tirkiyê.

DYA`yê Tirkiyê danibû ber du tercîhan yan wê fûzeyên S 400 a Rûsyayê yan jî balafirên F-35 a Amerîkayê bistîne.

Girêdayî kirîna Tirkiyê pergala S 400 a Rûsyayê Trump îro piştî civîna wî bi berpirsên rêveberiya xwe di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: "DYA`yê 100 balafirên F-35 nafroşe Tirkiyê."

Lê Trump behsa ferzkirina cezayan li ser hevalbenda xwe ya NATO`yê nekir û got: "Rewşa taybet a Tirkiyê gelek girêk e." Trump diyar kir ku ew bi berpirsên Enqereyê re diaxive.

Bi gihaştina pergala S 400 a Rûsyayê ji Tirkiyê re, li gorî qanûna `Sekinandina li hember dijminên Amerîkayê bi rêya cezayan` serokê Amerîkayê bi hewceyê ku herî kêm 5 ji bingeha 12 cezayên cuda hilbijêre. Tirkiyê di hefteya borî de dest bi wergirtina çekên Rûsî kir.

Têkildarî dosyaya Îranê Trump got pêşketinek mezin çêbûye û tekez kir ku li gel Amerîkayê ti hewldan tune ne ku pergala komara islamî ya Îranê biguhere.

Di vî warî de Trump got: "Em hewl nadin ku pergala Îranê biguhêrin. Em bi carekê hewl nadin." Lê Trump tekez kir ku nahêlin Îranê xwedî çekên nuklerî be.

Trump ev tişt ragihand: "Îran dixwaze bi me re biaxive û em dê binêrin wê çi biqewime."

 


Mijarên Din