Trump vekişandina hêzên DYA’yê ji Almanyayê erê kir

Pentagonê diyar kir ku Trump vekişandina 9 hezar û 500 leşkerên DYA’yê yên niha li Almanyayê ne, erê kir û ragihand ku divê ev gav di hefteyên were de radestî Kongreyê bibe û paşê radestî hevalbendên NATO`yê bibe.

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman bi daxuyaniyekê ragihand ku wezîrê parastinê Mark Esper û serokerkanê Mark Milley roja duşema derbasbûyî plansaziya ji nû ve belavkirina 9 hezar û 500 leşkeran li derveyî Almanyayê pêşkêş kir. Her wiha vê yekê dixwest balê bikişîne ser kêmkirina ku Donald Trump di 15’ê Hezîranê de daxwaza wê kiribû ku Almanya tawanbar kir ku di aliyê madî de sûdê ji hebûna leşkerên DYA’yê digire.

Berdevkê Pentagonê bal kişand ser ku ne tenê pêşniyara serok ku hatiye erêkirin li gorî perspektîfan nayê bersivandin,  lê belê dê bersivandina li dijî Rûsyayê jî xurtir bike, NATO`yê jî xurtir bike, garantiyê bide hevalbend û têkiliyên dîplomatîk ên DYA`yê û fermandariya operasyonên artêşa DYA’yê ya li Ewropayê baştir dike.

Her wiha diyar kir ku berpirsên Pentagonê dê vê yekê ji komîteya parastinê ya Kongreyê re ragihîne û paşê têkildarî gavên pêş bi hevalbendan re bikevin nava diyalogan.

Berdevkê Pentagonê diyar nekir ka hêzên Amerîkayê dê li kîjan dewletê bên belavkirin.  Lê belê Trump dema hefteya derbasbûyî hempîşeyê xwe yê polonyayî Andrzej Duda li Koşka Spî pêşwazî kir, got Polonya yek ji welatên din ên li Ewropayê ye.

(eh)


Mijarên Din