Trump: Washington bikaranîna dermana Melariya ji bo dermankirina Korona erê kir

Serokê Amerîka Donald Trump got, wê serkeftina aşleya vîrûsa Korona di çend hefteyan de were ragihandin. Trump bal kişand ser ku Washingtonê bikaranîna dermana Melariya ji bo dermankirina Korona erê kiriye.

Trump di kongreya çapemeniyê de wiha domand: “Pişt çend hefteyan em ê encaman girêdayî aşleyê bidest bixin. Piştî ku me texmîn dikin ku ew ê demek dirêj dest bixe.”

Donald Trump wiha got: "Pêwîste aşle di gelek ezmûnan re derbas bibe. Ji ber ku wê derbasî leşê mirov bibe. Ez teqez dikin ku em karekî baş di vî warî de dikin."

Trump diyar kir ku  rêveberiya xwarin û dermanan, dema hilberandina aşleya vîrûsa Korona ji mehan heya rojan kêm kir û destnîşan kir ku welatê wî kedên domdar dide ji bo ku bi temamî vîrûsê tune bibe.

Di vî warî de serokê Amerîka ragihand ku bikaranîna dermana Melariya ji bo dermankirina Korona hate erêkirin.

(şx)


Mijarên Din