Tunis: Bernamzet dosyaya nepen a Îxwanan vedikin

Dosyaya rêxistina nepen a Îxwan El-Muslimîn a Tunisê di hemleya hilbijartina serokatiyê de ya girîngtirîn e. Duh li Tunisê bi beşdariya 26 bernamzetan propangandaya hilbijartinê dest pê kir. Bernamzetan di hemleyê de taxên xizan xistin navenda propagandaya xwe.

Li gorî daxuyaniya rojnameya Îmaratê, bernamzet ji şêniyan re soz didin heke gihaştin kursiya serokatiyê, dê dosyaya kuştinên siyasetê di hikumê Tevgera El-Nehde de, dosyaya torên tevlêbûna komên terorîst li Sûriye, Lîbya û Iraqê eşkere bikin.

Di vê çarçoveyê de, bernamzetê serokatiyê û wezîrê parastinê Abdulkerîm El-Zibêdî tekez kir ku aşkerekirina rastiyê di dosyaya kuştina fermandarên opozîsyonê yên çepgir Şukrî Belîd û Mihemed El-Berahîmî ji dosyaya girîntirîn e û wiha got: "Her du şehîd ne siyasetmedarên normal bûn. Lê belê serokên neteweyî yên navdar bûn. Ji mafê malbatên wan û gelê Tunisê ye rastiyê binasin."

Her wiha soz da ku ev dosya dê bibe xala sereke di civîna Meclisa Ewlehiyê ya Nîştimanî de heke di hilbijartinan de bi ser ket.

Ji aliyê xwe ve jî serokê hikumetê Yûsiv El-Şahid deriyê erêkirinê ji Îxwanan re vekir. Her wiha got ew nikare têkiliya di navbera dosyayên pergala nepen a Tevgera El-Nehde û kuştinan de îspat bike û berpirsyarî li El-Zibêdî bar kir û got: "Di dema kuştinên siyasî de ew wezîrê parastinê bû. Ji lew re ew rastiya dosyayê zêdetir dizane.” Yûsiv El-Şahid îşaret pê kir ku serdozgerî bi rola xwe radibe, pêşketinên cidî di lêpirînê de hene û derfeta veşartina li ser her aliyekî tune ye.

Têkbirina El-Nehde

Ebîr Mûsa bernamzetê Partiya Destûrê ya Azad e û der barê helwesta Îxwanan de zêdetir aşkere ye. Her wiha red dike ku Tevgera El-Nehde tevgereke siyasî ye û bi rêxistina Îxwanî ya di komploya Bihara Gelan de bi nav kir. Ji wê zêdetir jî Mûse soz da li ser têkbirina Tevgera El-Nehde bixebite ku partiya olî ye. Dê dosyayên terorîstê, kuşt û piştgiriya biyanî ji Îxwanan re veke. Soz da ku planeke ewlehî û rasteqîn a garantiya aştiya Tunisê pêk bîne.

Lê bernamzetê Partiya El-Cebhe El-Şeibiyê Mincî El-Rihwê diyar kir ku dê dosyayên şewatê yên terorê û kuştinên siyasî li Tunisê heke bi ser ket, pêşkêş bike û destnîşan kir ku pêwîst e çavkaniya terorê ya dawî li Tunisê têk biçe. Divê xebat der barê aliyên ewlehî û pêşxistina rewşenbîrî de pêk bê da ku Tunis bibe nimûne û tecrubeya girîng di têkbirina terorê de. Mincî got tu lêborîn der barê dosyaya teroran de tune ye û dê li ser hedefên ku Tunis hewl dide xwe bigihînê, berdewam bike.

Têkildarî mijarê, Mincî wiha lê zêde kir: "Ev dosya berê serok El-Sibsî yê jiyana xwe ji dest da ye li pêş Meclisa Nîştimanî ya Ewlehiyê vekir û hê jî vekiriye. Lê hin bangên girtina dosyayê li gor mentiqa lihevkirinê hene. Lê belê nayê girtin."

Propagandayên hilbijartinê li taxên xizan

Bernamzetê serbixwe Abdulkerîm El-Zibêdî hemleya hilbijartinê bi beşdariya geleke fermandarê Partiya Afaq Tunisê û hevalbendên wê dest pê kir. Her wiha aliyên beşdar bûne nîqaş bi kesên tên qehwexaneyên gelêrî re, kir û tevî çespandina belavokên propagandaya hilbijartinê bûn. Tevgera Nîda ya Tunisê jî biryar da ku dê piştevaniya di hilbijatina 15’ê Îlonê de bike.

El-Zibêdî di bernameya hilbijartinê de soza pêkanîna 5 xalên ku di meha borî de pêşkêş kiriye de da û wiha ne; Pêkanîna qanûnê, aşkerekirina rastiya dosyayên kuştin, koçberkirina pergala nepenî, pêşkêşkirina projeya referandoma guhartina destûrê, lêvegera dengeyan, garantiya yekitiya saziyên dewletê, xebata li ser vegera ewlehiya civakê, berxwedana li hember tevliheviyê û sûcê, têkbirina terorê bi hevkariya bi hêzên çekdar, pergala ewlehiyê, leşkerî, dozgeriyê û pêkanîna xebatên berjewendiyên neteweyî yên siyasî, aborî û civakî.

Bernamzet Ubêd El-Berêkî hemleya xwe ji Goristana El-Celaz ku goristana mezintirîn di paytextê de ye dest pê kir û got hilbijartina vî cihî ya destpêkirina hemleyê, ji bo wefadariya şehîdên şoreşê û her du şehîd Şukrî Belîd û Mihemed El-Berahemî ye. Her wiha di bernameya xwe ya hilbijartinê de aşkere kir ku dê jinekê di wezareta karên derve de û pisporekî di wezareta parastinê de erkdar bike.

Li aliyekî din jî bernamzetê Tevgera Projeya Tunisê, Mihsên Merzoq li piş wêneya xwe sozana El-Zelah a bilindtirîn, bi taybet goşeya Ebû Hesen El-Şazlî, hilda.

Bernamzet Seîd El-Ayidê di hemleya xwe ya li wîlayeta Tetawîn a başurê Tunisê tekez kir ku divê serokê dewletê yekitiya neteweyî, xebata pêşxistina têkiliya di navbera dewletên Mexribê de û pêşxistina xizmetguzariyên bingehîn, pêk bîne.

El-Haşimî El-Hamidî bernamzetê Teyar El-Mehebê ye di nava hevdîtina bi hilbijartiyan re li bajarê Rîqab ê wîlayeta Sêdî Bozêd de ala wekheviyê û parastina xizanan û mezlûman rakir.

Serokê hikumetê Yûsiv El-Şahid bernamzetê Tevgera Tehya Tunis hemleya xwe ya hilbijartinê li nava taxên gelêr dest pê kir. El-Şahid bernameya xwe bi diruşma "Tunis bi hêztir e" û naveroka wê 10 bend û 45 sozên bingehînin aşkere kir. Her wiha bername der barê pêşxistina rewşa jiyanê, têkiliyên derve û sererastkirina siyasî ye. Li rexê jî diyar kir ku dê rola jinan di erkdariyên dewletê de jî geş bike.

Moro û Îxwan

Bernamzetê Tevgera El-Nehde ya Îxwanî Abdulfetah Moro hemleya xwe ji taxa Bab Siwêqe ya gelêrî ya li naverasta Tunisê ye dest pê kir. Moro ragihand ku bernameya wî li ser 3 xalan e; ewlehiya neteweyî, dê komîteyekê ji bo çandina daran li seranserî sînorên Cezyir û Lîbyayê biçîne da ku Tunis vegere şînkayê û dê dîwana serokkomariya li ser her zayendan pêk bê.

(fr)


Mijarên Din