Tunusê El-Sibsî oxir kir

Gelê Tunusê serokê welêt El-Bacî Qayid El-Sibsî oxir kirin.

Li gorî toreya Sky News cenaze ji qesra Qirtac, bi beşdarbûna berpirsên mezin ên gelek dewletan, di nav de serokê Cezayrê yê demkî Ebdulqadêr Bin Salih, serokê Filistînê Mehmûd Ebas û serokê Firansayê Îmanwêl Makron, tevî berpirsên mezin ji gelek dewletên Ereb, Ewrupa û Afrîqayê bi rêket.

El-Sibsî di Tunusê de ji destpêka derxistina serokê welêt ê berê Zên El-Abêdîn ve sala 2011`an ji desthilatdariyê, kesayeteke sereke bû. Di heman salê de bû serokwezîrê Tunusê. Piştî wê bi sê salan bû serokê Tunusê. Bi vê yekê piştî xwepêşendanan bû serokê yekemîn.

Piştî çend saetan ji wefata El-Sibsî, serokê parlamentoya Tunusê Mihemed El-Nasir li gorî destûrê sond xwar û bû serokê demkî yê welêt. Ji aliyê xwe ve desteya serbixwe ya hilbijartinan bi bîr xist ku hilbijartinên serokatiyê dê di 15`ê Îlonê de pêk werin, piştî ku dihat payîn di 17`ê Mijdarê de pêk werin. Tevî ku tê zanîn Tunus di 6`ê Cotmehê de li benda hilbijartinên parlamentoyê ye.

Serokatiya Tunusê roja Pêncşemê de wefata El-Sibsî  ragihand. El-Sibsî di birêvebirina dema veguhestina demokratîk a welêt piştî xwepêşendanên 2011`an de bû alîkar.

(şx)

ANHA


Mijarên Din