Turkmen û Çerkezên Minbicê banga rawestandina sûcên dewleta Tirk kirin

Komeleya Turkmen û Komeleya Çerkez ên Minbicê girêdana wan bi rêgeza biratiya gelan û berxwedana li hember êrişa Tirkiyê li ser axa Sûriyê teqez kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku êrişa li ser gelê  Sûriyê rawestînin.

Îro her du komeleyên Turkmen û Çerkez ên bajarê Minbicê û gundewarê wê girêdayî êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên cuda li ber avahiyên xwe dan.

Daxuyaniya Komeleya Turkmen ji hêla endamê komeleyê Îmad Îsa ve bi tevlibûna endamên komeleyê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de yekrêziya refa  tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê li hember êrişa Tirkiyê ya hovane hate teqezkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku êrişên Tirkiyê rêgez û peymanên navdewletî binpê dikin û tenê dagirkirina beşên din ji axa Sûriyê bi rêya çeteyên Mertala Firatê , koçberkirina şêniyên wê ji bo ku demografiya wê  biguhere armanc dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk di êrişên xwe de cudahî naxe navbera şervanan û jin, zarok û temenmezinan, mînaka wê kiryarên wê jî li gundê El-Dadat û Hemam Turkmen in. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bûyera qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Sûriye ya Demokratîk Hevrîn Xelef û lîstina bi cenazeyê wê li dijî rêgez û nirxên mirovî der heqê sivîlan depêk tîne. 

Di dawiyê de bang li civaka navdewletî û tevahiya kesên xwedî şeref hate kirin ku li hember sûcdar Erdogan bisekinin. Komeleyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku wek pêkhateyên Turkmen bi serkeftinê bawer in ji ber ku xwediyê heq in û girêdana xwe bi Hêzên Sûriye Demokratîk û vîna wê ya siyasî teqez kirin.

Girêdayî heman mijarê endamên Komeleya Çerkez a Minbicê li ber avahiya komeleyê ya li rex Çarxeriya El-Sebii Behrat kom bûn. Endama komeleyê Zehîda Ishaq daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komeleya çerkez êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, Girê Spî û Serêkaniyê bi taybet, qetilkirina sivîlan û îşkencekirina li cenazayan hatin şermezarkirin. Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi hinceta şerê li terorê sivîl ji jin û zarokan qetil dikin, çekên qedexekirî  ya kar tînin û got: "Delweta Tirk dişewitîne, wêran dike û dikuje. Em niştecihên herêmê ne û herêmên xwe baştir nas dikin bê ka terorîst hene ya ne."

Her wiha hate diyarkirin ku pêkhateyên herêmê di nav ewlehiyê de ne û aştîxwaz in û bikaranîna artêşa Tirk a dagirker çekên qedexekirî li dijî herêmê  hate şermezarkirin.

Komeleyê di daxuyaniyê de bang li dewletên cîhanê kir ku mudexele bikin û komkujiyên der heqê şêniyên herêmê de têne kirin rawestînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din