​​​​​​​Turnoveya futbolê ya Şehîd Edhem Qamişlo li ser asta kantona Qamişlo dest pê kir

Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Meclisa Kantona Qamişlo, bi beşdariya 27 tîman turnoveya futbolê ya Şehîd Edhem Qamişlo bi rêxistin kir. Îro maçên pêşîn ên turnoveyê dest pê kirin.

Di roja yekemîn a turnoveya futbolê ya Şehîd Edhem Qamişlo de bi dehan hezkiriyên futbolê û malbata şehîd Edhem Qamişlo, endamên Komîteya Ciwanan û Werzîşê beşdar bûn. Tê payîn ku hemû maçên turnoveyê li stada Rohilat a taxa Siwês a Qamişlo li dar kevin.

Şehîd Edhem Îbrahîm (Edhem Qamişlo) di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî girtêgeha Sîna ya taxa Xiwêran a Hesekê de, şehîd bûbû.

Di turnoveyê de 27 tîmên bajar û bajarokên kantona Qamişlo beşdar in ku di her rojekê de wê 3 maç ji saet 18:00’an ve li dar kevin.

Di roja yekemîn a turnoveyê de wê Tîma Şehîdên Qamişlo û Tîma Şehîdên Çilaxa bilîzin.

Di roja duyemîn a turnoveyê de wê Tîma Dilsoz Tirbespiyê û Tîma Şehîdên Til Koçer bilîzin.

Di roja sêyemîn a turnoveyê de wê Tîma Şehîdên Girkê Legê û Şehîdên Amûdê bilîzin.

(mh)

ANHA


Mijarên Din