Turnuvaya dibistanan Tirbespiyê bi dawî bû

Îro li navçeya Tirbespiyê turnuvaya fotbulê ya dibistanên seretayî û navîn ku 60 tîm beşdar bibûn, bi dawî bû.

Rêveberiya Dibistanan îro li navçeya Tirbespiyê tîma dibistana Til Hebeş a seretayî û tîma dibistana navîn El-Bişriye piştî ku di turnuvaya futbolê ya dibistanan de bi serketin xelat kirin. Turnuva li stada Baxçeyê Mezin a navçeya Tirbespiyê li dark et.

60 tîmênji tevahiya dibistanên navçeyê yên her du astan seretayî û navîn tev li turnuvaya ku beriya mehekê destpê kiriye bûn. Ji ber rewşa hawayê turnuva çend rojan dereng ma.

Di dawiya turnuvayê de tîma dibistana seretayî Til Hebeş li hember dibistana Umer Bin El-As û dibistana navîn El-Bişriye li hember Xiwêlte bi serket.

Her du tîm bûn şampyonê turnuvaya dibistanan û kasa turnuvayê wergirtin.

Her du tîmên Umer Bin El-As û Xiwêlte di pileya duyemîn de cih girtin û endamên her du tîman bi medalya û topên futbolê ji hêla Rêveberiya Dibistanan ve hatin xelatkirin.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din