‘Turnuvaya Şehîd Hevrîn’ a futbolê dest pê kir

Komîteya Çalakiyan a Navenda Perwerdeyê ya Dêrikê Turnuvaya Şehîd Hevrîn a futbolê ji xwendekarên dibistanên navîn û amadehiyê yên keç û xort re li dar dixe.

Mamosteyên zimên û xwendekarên astên navîn û amadehiyê, li yarîgeha Kornîş kom bûn da ku turnuvayê bişopînin.

Di Turnuvaya Şehîd Hevrîn de ku li yarîgeha Kornîş tê lidarxistin, 18 tîm ji keç û xortan ji dibistanên Dêrikê û gundên wê beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, maça yekemîn a di navbera Eyn Dîwar û Ebdil Mesîh de dest pê kir. Di encamê de Tîma Eyn Dîwar bi 3 golan li hemberî tîma Ebdil Mesîh bi 2 golan, bi ser ket.

Ev maça yekemîn a Turnuvaya Şehîd Hevrîn bû ku dê di 11`ê Kanûnê bi dawî bibe.

ANHA


Mijarên Din