Turnuvaya Şehîdên QSD’ê bi xelatkirina tîma Şedadê bi dawî bû

Turnuvaya Şehîdên QSD’ê’ bi maça tîma Şedadê û tîma Partiya Muhafazekarên Demokratîk ku li navçeya Şedadê li dar ketiye, bi dawî bû. Di turnuvayê de tîma Şedadê bi ser ket.

Turnuvaya ku îro li navçeya Şedadê bi dawî bû, ji 21’ê Hezîranê ve li Stada Şehîd Ezîz Ereb dest pê kiribû.

8 tîm bi sponseriya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Partiya Muhafazekarên Demokratîk a navçeyê tev li turnuvayê bûn.

Di maça dawîn de tîma Şedadê ya ku li hember tîma Keşkeş bi ser ketiye û tîma Partiya Muhafazekarên Demokratîk a ku li ser hesabê tîma El-Herîrî ya mêran bi ser ketiye, derketin pêşberî hev.

Maç bi serkeftina tîma Şedadê bi skora 3-2 bi dawî bû.

Di maça dawîn de girseya gel, mêvanên ji şêxên êlan, rayedarên Partiya Muhafazekarên Demokartîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdar bûn.

Tîma serkfetî bi xelata serkeftinê (Kasa Lehengiyê) ji hêla Ekrem El-Mehşûş ê berdevkê Partiya Muhafazekarên Demokratîk ve hat xelatkirin û li rexê her du tîman madalyon û diyariyên sembolîk wergirtin.

Li gorî amadekarên turnuvayê, dê hin lîstikvan ji ên baştirîn da ku beşdarî tîma bijarte ya Bakurê Sûriyê bibin, di çend rojên pêş de ji hêla Komîteya Ciwan û Werzîşê ya navçeyê ve bên hilbijartin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din