Turnuvaya voleybolê ya "Şehîdên Asayîşê" destpê kir

Hêzên Asayîşa Giştî ya Kantona Qamişlo bi beşdarbûna 13 tîmên voleybolê turnuvayeke bi navê "Şehîdên Asayîşê" li bajarê Dêrikê dest pê kir.

Hêzên Asayîşa Giştî ya Kantona Qamişlo bi beşdarbûna 13 tîmên voleybolê turnuvayeke bi navê "Şehîdên Asayîşê" li bajarê Dêrikê dest pê kir. Turnuva li  stada navenda Şehîd Bawer a Ciwanan lidar ket. Tîmên ku beşdarî turnuveyê bûne, 15 rojan perwerde dîtin. Piştî bi dawîbûna perwerdeyê, juriyê bi beşdarbûna komîteya tehkîmê li gorî koman hatin belavkirin.

Tîmên beşdar ev in "Qamişlo, Amûdê, Til Birak, Til Hemîs, Til Koçer, Girkê Legê, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa, Sêmalka, Koçerat û Dêrikê".

Piştî  rêzgirtinê, maça yekemîn di navbera Tîman Tirbespiyê û Tîma Girkê Legê de dest pê kir. Paşê jî tîmên di her du girtûpan de lîstin. Di tora yekemîn de tîmên Qamişlo, Dêrik, Til Koçber, Amûdê û Sêmalkayê bi serketin.

Ji fermandarên Hêzên Asayîşê li navçeya Til Hemîsê Nafiz Hiso ku turnuveyê bi rêve dibe, ji ajansa me re got, "Armanca me ji vê turnuvayê moralê hêzên xwe bilind bikin û wan teşwîqî werzîşê bikin."

Hiso anî ziman ku mebesta vê turnuvayê ne qezenciya madiye û got: "Em vê turunvayê diyarî şehîdên Asayîşê dikin. Em hêvî dikin ku ku hêzên me bi rihê werzîş û hevaltî tevbigerin."

Listikvanekî Tîma Dêrikê Eymen Îbrahîm jî ev tişt got: "Em beşdarî vê turuvayê bûne da ku moral û rihê hevkariyê di navbera hevalan xwe de xurt bibe û hêzên me teşwîqî beşdarbûna van turnuvayan bibin."

Turnuva dê berdewam bike. Di dawiyê de dê du tîmên serkeftî werin xelatkirin.

ANHA


Mijarên Din