Turnuveya futbolê ya "Veger" di roja sêyemîn de berdewam dike

Bi beşdariya Komîteya Koçberên Serêkaniyê û endamên rêveber ên Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê çalakiyên roja sêyemîn ên turnuveya futbolê ya "Veger" li stada Muhterîfîn a li Hesekê berdewam dikin.

Di roja sêyemîn de li stada Muhterîfîn a Hesekê turnuveya futbolê ya "Veger" tê organîzekiirin. Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê ev turnuve li dar xist. Di roja yekemîn de du maç di navbera tîma Selahedîn  û tîma Mîtan de, û di roja sêyemîn de di navbera Tîma Ciwanên Hesekê û tîma Bîr Noh de hatin lidarxistin.

Di roja duyemîn de tîmên Dicle û Selahedîn lîstin, dûvre tîmên Waşûkanî û Bîr Noh lîstin. Îro jî maç di navbera tîmên Selahedîn û Mîtan de û tîmên Bîr Noh û Ciwanên Hesekê de hatin lidarxistin.

Dê sibe her du tîmên di turnuveyê de bi ser dikevin bilîzin.

Li gorî berpirsê tîma Selahedîn Şefî Naso, ev turnuve bi armanca teqeziya bi mafê jiyanê û vegera li ser warê xwe hatiye organîzekirin û da ku ji cîhanê re eşkere bikin ku gelên herêmê li hember dagirkeriyê bi tevahî rêbazan li ber xwe dide.

Dê ev turnuve sibe bi lidarxistina maça dawî û xelatkirina tîmên serketî bi dawî bibe.

(fr)

ANHA


Mijarên Din