Ukranya keştîgeha petrolê ya Rûsî girt

Ewlekariya Ukranya îro keştîgeha petrolê ya Rûsî li Mudîq Kirch girt.

Aliyê ragihandina Ewlehiya Ukranya îro ragihand ku ewlekariya Ukranya keştîgeha petrolê ya Rûsî "Nima" girt, ji ber tevgera keştiya Ukranya li mudîq Kirch asteng kiriye.

Ragihandinê diyar kir ku niha tedbîrên girtinê tê amade kirin.

Di daxuyaniya ewlehiyê de wiha hate diyarkirin: "Buroya dozgeriya leşkerî bi aliyê ewlehiya Ukranya re keştiya Rûsî "Nima" girtiye, ku tevgera keştiyên şer ên Ukraniya li mudîq Kirch asteng kiriye."

Her wiha 15 berpirsên payabilind fermandarên leşkerî yên Rûs her wiha fermandarê korsan û cîgirên wî hatin girtin.

Tê destnîşan kirin ku Rûsya roja 25`ê Mijdarê ji sala çûyî 3 keştiyên Ukranya ku 22 melevan û 2 karmendên rêveberiya ewlehiya dewletê lêbûn girtin, Moskov jî got ku wê li deryaya eeş sînorê Rûsya binpê kiriye.


Mijarên Din