Umer Elûş şehîdê biratiya gelan e

Îro yekemîn salvegera şahadesta Umer Elûş ê wek şehîdê biratiya gelan tê naskirin e. Şehîd Umer Elûş di malbateke welatparêz de mezin bûye û hertim ji bo xizmeta şoreşa gelê xwe xebitiye. Yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û bûye pira di navbera pêkhateyên Sûriyê de.

GIRÊ SPÎ

Umer Hisên Mihemed Elûş di sala 1958`an li Kobanê ji dayîk bûye. Elûş 6 xwişk û 5 bira hene. Elûş di sala 1989`an de dizewice û 3 zarokên wî çêdibin. Malbata Elûş malbatek welatparêz e û hezkiriyê fikra azadiyê, demokrasiyê û fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Elûş astên seretayî û navîn li Kobanê diqedîne û xwendina xwe ya amadehî li bajarê Helebê temam dike. Li Şamê di Fakulteya Parêzgeriyê de dixwîne. Elûş rolek giring di çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên civakî yên Herêma Firatê de dilîze. Elûş ji aliyê şêniyên herêmê ve dihat heskirin.

Şehîd Umer Elûş xwedî kesayetek dilnizm bû, hezkiriyê aştiyê bû û mafên tevahiya pêkhateyan bê cudahî diparst. Her wiha li hember hewldanên ku belavkirina tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de armanc dikirin, dibû bend.

Elûş ji bo rûniştandina fikra yekîtî û biratiya gelan tê dikoşiya û ji kesên ku bi xak û doza xwe ve girêdayî, hez dikir. Ji bo bicihanîna rêgezên jiyana hevbeş û biratiya gelan bênavber û bêwestan kedek mezin nîşan dida.

Elûş di sala 1978`an de Tevgera Rizgariya Kurdistsanê nas dike. Di dema ku li Helebê û Şamê bû, bi têgeha rizgariya fikr, ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dike.

Hejmarek ji endamên malbata wî tevlî refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibin. Di dirêjahiya têkoşîna xwe ya ji bo birêxistinkirina gel de dixebite. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî Sûriyê dibe, Elûş pê re rûdine. Elûş dibe şahidê deteyên şoreşê û beşdarî piraniya pêvajoyên damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe.

Bi destpêkirina Şoreşa Sûriyê re di sala 2011`an de, Elûş ji bo rûniştandina rêgezên projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û jiyana hevpar di nav bera pêkhateyên herêmê de têdikoşe. Di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dikoşe û rolek sereke di pêxistina saziyên Rêvebriya Xweseriya Demokratîk de dilîze. Şehîd Elûş ji 2011’an heya 2018’an malbata xwe ku li Şamê ne, nedîtibû.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmaha 2012’an li Kobanê dibe endamê Meclisa Rûspiyên Êlan a bajarê Kobanê û beşdarî Komîteya Têkîliyên Derve ya Tevgera Civaka Demokratîk dibe. Elûş karê xwe berdewam dike heta, çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrîşî Kobanê dikin. Elûş di dema êrîşên çeteyan de ji Kobanê dernakeve. Elûş di şer dekirîza dil derbas dike û ji bo tedawiyê derbasî  Bakurê Kurdistanê dikin. Elûş piştî 3 mehan vedigere Kobanê.

Bi destpêkirina pêngava rizgarkirina bajarê Girê Spî re, ji bo pêşxistina têkîliyan bi êlên Ereb ên herêmê re dixebite. Piştî rizgarkirina bajêr cihê xwe di damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajêr digire û dibe endamê Komîteya Têkîliyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî. Elûş rolek mezin di çareserkirina dozên civakî  yên herêmê de dilîze.

Piştî Meclisa Sûriyê Demokratîk di sala 2015`an de hat avakirin, Umer Elûş ji ber ku bi têkîliyên xwe yên baş û fireh dihat nasîn cihê xwe  di Buroya Têkîliyan a MSD`ê de digire.

Beriya ku pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê destpê bike, Elûş dibe yek ji damezirînerên Rêveberiya Sivîl a Reqayê. Elûş dibe endamê Buroya Têkîliyên Giştî. Her wiha rolek girîng di veguhestina azar û pirsgirêkên şêniyên bajarê Reqayê ji rêxistin û dewletên herêmî û cîhanî re dilîze.

Elûş di dirêjahiya têkoşîna xwe de planên  dijminên mirovahiyê û biratiya gelan pûç dike. Ji  ber wê di 15`ê Adara 2018`an de li mala xwe li Girê Spî bi destên xiyanetê tê şehîd xistin, tevlî kerwanên şehîdan dibe û dibe sembola şehîdên azadiyê û biratiya gelan.

Cenazeyê şehîd Umer Elûş di 16`ê Adara 2018`an de li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê bi merasîmek girseyî hate oxirkirin.

Ji bo bîranîna têkoşîna şehîd Umer Elûş ji bo mirovahiyê, Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Girê Spî di 26`ê Çileya 2019`an de nexweşxaneyek bi navê wî li navçeya Eyn Îsayê vekir.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku beriya Umer Elûş 6 endamên malbata wî şehîd bûne û Umer Elûş yê 7`ê ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din