UNICEF: Herî kêm 4 zarok hatin qetilkirin, 9 jî birîndar bûn

Midûra Giştî ya UNICEF’ê Henrietta Fore diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 70 hezar zarokan koç kirine û herî kêm 4 zarok hatin qetilkirin û 9 zarok jî birîndar bûne.

Midûra a Giştî ya UNICEF’ê Henrietta Fore bal kişand ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Fore diyar kir ku ji ber operasyona leşkerî ya dewleta Tirk heta îro 70 hezar zarok ji warê xwe bûne, herî kêm 4 zarok hatine qetilkirin û 9 zarok jî birîndar bûne.

Fore got ku “Li 3 navendên tendirustiyê, wesayîrên tendirustiyê û dibistanekê hate dayîn. Ji ber êrîşan li herêma Hesekê stasyona ku av dida 400 hezar kesan, hate hilweşandin.”

Henrietta Fore diyar kir ku 170 hezar zarok pêdiviya wan bi alîkariyê heye û UNICEF ew ê alîkariyê bişîne ji herêmê re.


Mijarên Din