UNICEF: Li Yemenê di 10 rojan de 27 zarokên kuştî û birîndar

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya zarokan UNICEF’ê ragihand ku li Yemenê di dirêjahiya 10 rojên dawîn de 27 zarok hatine kuştin û birîndarkirin.

Rayedareke UNICEF’ê Henrietta Fur duh êvarê daxuyand ku 7 zarok di îna borî de di êrîşên li benzîxaneyekê li midûriyeta Mawiye ya parêzgeha Teiz a başûrê rojavayê Yemenê hatin kuştin. Hinek zarokên din jî li Senayê di encama bombebaranê de hatin kuştin.

Li gorî Rûsya El-Yewm, Henrietta Fur wiha li daxuyaniya xwe zêde kir: "Ev êrîş hejmara zarokên ku hatine kuştin û birîndarkirin di şerê dijwar ê 10 rojên berê de gihand 27’an.”

Her wiha Henrietta Fur raber kir ku tenê ev hejmar NY’yê karî tekez bikira. Lê hejmara rasteqîn ji wê zêdetir e.

Rayedara rêveber a UNICEF’ê aliyê berpirsê êrîşa ku li stasyona sotemeniyê ya Teizê kiriye hedef û yê ku bûye sedem ku 12 sivîl û di nav de jî 7 zarok werin kuştin, diyar nekir.

Henrietta Fur da zanîn ku tu cihekî zarokan li Yemenê tune ye, şer li mal, dibistan û deverên lîstinê li pey wan e.

Henrietta Fur banga li aliyên ku hêz di dest wan de heye, Meclisa Ewlehiyê û civaka navdewletî kir ku lez bidin bidawîkirina vî şerî û parastina zarokan di heman deman de bikin û ji ziyanan dûr bixin.

(fr)


Mijarên Din