Vê carê artêşa dagirker 3 pêşmerge li Başûr birîndar kirin

Balafirên artêşa Tirk a dagirker carek din herêma Bradostê bomebaran kir û di encamê de 3 pêşmerge bi giranî birîndar bûn.

Êrîşên artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Îro danê sibê carek balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Mêrgereş ya li Geliyê Şêx Zadanî ya dikeve ser herêma Bradostê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de agir bi deşta Hêrt ya herêma Bradostê ket.

Li gorî ku ajansa Rojnews dane, piştî bûyerê 3 pêşmergeyên hêza 80’em berê xwe dan cihê bûyerê. Lê balafirên şer ên artêşa Trik carek din herêmê bombebaran kirin. Hêza 80 ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye.

Balafiran raste rast pêşmergeyan kir hedef û 3`yê pêşmergeyên xelkê gundê Mêrgereş ên bi navê Xoşewî Mîkaîl, Muhacir Mîkaîl û Ezîz Cavir  birîndar bûn. Lingê pêşmergeyek jêbû.

2 ji wan pêşmergeyan birayê hevin û yê din jî pismamê wane. Pêşmergeyê bi navê Xoşewî Mîkaîl bi giranî birîndar bû.

(kc)


Mijarên Din