Vatîkan: Bûyerên li Sûriyê diqewimin ji mezintirîn karesatên piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn in

Li gorî ajansa RIANovosti ya Rûsyayê ku sefîrê El-Baboy li Şamê kardînal Maryo Zenari îro got tişta ku li Sûriyê diqewime, karasteke mirovî ye û ji mezintirîn karesatên piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn e.

Ev yek piştî ku Papa Franciscus ji bo rawestandina şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang kir û got "Careke din fikrên wî ber bi herêma Rojhilata Navîn ve diçin û bi taybet Sûriyê." pêk hat.

Papa Franciscus der barê agahiyên biêş de ku ji Sûriyê tên û der barê çarenûsa şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku ji ber êrîşên hovane yên dewleta Tirk neçar dimînin ji malên xwe derkevin, axivî. Her wiha destnîşan kir ku hejmareke mezin ji xiristiyanan di nav wan de hene.

Franciscus wiha gotibû: "Divê bang li hemû aliyên peywendîdar û civaka navdewletî were kirin ku her kes bi awayekî rast, baş û durist li çareseriyên baş bigerin."

(bx)


Mijarên Din