Vebijarka Rojhilata Navîn demokrasî ye

ZEKÎ BEDRAN

Tirkiye berî demeke kurt dixwest li Rojhilatanavîn bibe dewleteke pêşeng. Xwedî li gelê Filistînê derdiket û ji Îsraîlê re digot “one minute”. Navbera wan û Siûdiyan gelek baş bû. Bi saya welatên Ereb pereyê germ derbasî Tirkiyê dibû.  Niha jî polîtîkaya Tirkiyê ya derve ji rêya xwe derketiye. Têkiliyên wan bi DYE û NATO’yê re xirabe. Erdogan derbeya esasî li Misirê xwar. Piştî ku Mûrsî bi darbeyê hat xistin şansê Birayên Misilman ku li seranserê Rojhilatanavîn bibin desthilat, têk çû. Ji ber ku Erdogan di heman xetê de bû hesiband ku pêşî lê hat vekirin. Lê niha ji derveyî Qatar’ê têkiliyên ti welatekî Ereb bi Erdogan re nema.

Tirkiyê qaşo dixwest lîdertiya eniya Sunî bike. Îro ji bo ku bi Îranê re têkiliyên xwe baş bike diberpite. Di aliyekî de li dijî eniya Şiî, di aliyê din de ji ber dijmintiya li Kurdan mehkûmî Îranê ye. Ji ber ku xwest pereyên reş yên Îranê paqij bike û jê sûdê werbigre li Emerîkayê hat darizandin. Ji vê jî wêdetir Tirkiye weke hêza NATO’yê ya bingenîn niha ketiye hembêza Rûsyayê. Dîsa ji ber dijminatiya li Kurdan bertîlê dide Rûsyayê, îhaleya santrala atomê dide, û fuzeyên S-400 dikirre. Ya herî xirab, weke parazvanê çeteyên çekdar yên li Sûriyê bû muxatabê Rûsyayê. Ji gelek herêman komên çekdar anî li Îdlibê bi cih kir. Sedema van hemûyan ew bû ku ji bo dagirkirina Efrînê piştgiriya Rûsan bigire. Efrîn dagir kir lê çete li wir dimînin. Rûsya niha dibêje, “An çeteyên xwe bigre an jî ji bo şer razî be”. Tengaviyên Tirkiyê wê hê mezintir bibin. Aborî êdî di rewşeke xirab de ye. Aborî êdî nikare barê şer zêde hilgire. Her wiha li Sûriyê weke ku Tirkiyê dixwest lê nehat. An wê çeteyên xwe bifiroşe an jî wê li cem wan şer bike. Êdî xwedî wê hêzê nîne ku li ber Rûsyayê rabe. Zincîra Kurd di stuyê wî de ye. Dagirkirina Efrînê û Sûriyê wê li lingên wî biale. Erdogan wê qebûl bike ku Pûtîn birayê mezin e. Dema ku Pûtîn bibe kekê Erdogan wê caran sîleyan jî lê bide. Dema ku li ber Rûsyayê rabe wê nikaribe li Sûriyê bimîne. Hêzên demokrasiyê yên Sûriyê wê wan û çeteyên wan biqewitînin.

Tirkiye bi DYA’yê re dike qirecir. Yên ku nizanibin wê bihesibînin ku Tirkiye dij-emparyalîst an jî dij-kapîtalîst e. Li Tirkiyê hikûmetên bi qasî  Erdogan û alîgirên wî ku pere weke xweda dibînin û dikin milk nehatiye dîtin. Hemû pirsgirêkên bi Emerîka re ji ber dijmintiya li Kurdan e. Dixwazin ku Emerîka jî weke wan dijberiya Kurdan bike. Dibêje “ji Sûriyê derkeve ku ez êrîşî Kurdan bikim.” Berê bi Rûsyayê re jî bi pevçûn bû. Piştî ku Rûsan bi Erdogan re lihevkir û li Efrînê bûn hevparê sûcên miravahiyê, wê demê dev ji qirecirê berda.

Tirkiyê dixwest li Rojhilatanavîn hespê xwe bibezîne. Qaşo stratejiyên wan yên kûr hebûn. Lê nikaribû ji dagirkeriyeke hoveber, teqlît û çor derbas bike. Nikaribû bi senteza Tirk-Îslam ji vê yekê derbas bike. Tenê li der û hundir bi avakirina dijmin û gurrkirina nijadperestî û netewperestiyê dikarin faşîzmê li ser piyan bigirin. Îtîfaqa faşîst a Erdogan û Bahçelî wê Tirkiyê hê zêde tengavî bike. Me berî niha jî anî bû ziman. Fatûraya qirecirkirina bi Emerîkayê re jî heye. Her kes ne weke Kurdan e. Dibe ku Kurdan bikujin, axa wan dagir bikin û paqijiya etnîkî li ser wan bikin. Heta niha hêzeke Kurdan ya ku hesabê bixwaze tune bû. Tifaqên wan yên navnetewî jî tunebûn. Ji ber wê kengî bixwestana li ser wan dixistin. Lê DYA ne wisa ye. Dema ku hefsarê dolar bikşînin, wê faturayeke bi mîlyaran dolar ji wan derxin. Ji ber wê Erdogan qibleya xwe şaş kiriye. Dihesibîne ku wê bi tumenê Îranê û rûbleyê Rûs ku ti qîmeta wan tine ye, krîza aborî derbas bike. Dibêje, “em pereyên mîllî bikarbînin.” Pere û sermaye wisa mîllîbûnê, dîn û terîqetan nas nake. Ti qîmet û hukmê van gotinan ji bilî ku xîtabî kolanan bike, tune ye.

Erdogan kesekî pragmatîst û derewkarekî basît e. Ev yek karekterekî tîpîk yên rêveberên faşîst e. Heta duh gotinek nehişt ku ji Angela Merkel re nekir. Niha jî ji bo ku tengavîbûna xwe derbas bike xwe davêje hembêza Almanya û welatên din yên Ewropayê. Lê ji aliyê din ve bi qasî ku êrîşî Dayîkên Şemiyê bike zordest e. Ji bo ku van nakokî û tengaviyan binirxîne pêdivî bi muxalefeteke demokratîk heye. Eşkere ye ku êdî CHP ne xwedî wê karekterê ye. Bêyî ku rê bidin lîstikên CHP’yê yên ku dixwaze nava muxalefetê vala bike, ji bo berxwedanê û rêxistinkirinê şert û merc guncaw in. Zext zêde ne lê rastî jî êdî nayên veşartin. Dem dema ku pala xwe bidin rastiyan faşîzmê derbas bikin û demokrasiyê li Rojhilatanavîn belava bikin.

ÇAVKANÎ:ROJNAMEYA RONAHÎ