Vegera koçberên Reqa û Tebqayê hate taloqkirin

Rêveberiya kampa Holê destnîşan kir ku koma yekemîn a kesên ku dixwast vegerin bajarên xwe Reqa û Tebqayê, hate taloqkirin, ji ber ku hîna tedbîrên pêwîst bi dawî nebûne.

Li ser biryara ku Rêveberiya Xweser ku bi rêveberiya kampa Holê re li hev kirye, li gorî pêşniyara ku eşîrên herêmê bi rêya Komxebata Eşîrên Sûriyê ku di 3`yê Gulanê de hate lidarxistin, der barê vegera koçberên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji jin û zarokên ku dixwazin vegerin welatê xwe, dihat payîn ku koma yekemîn sibê ji kampê derkeve.

Rêveberiya kampê da zanîn ku xebatên bidawîkirina tedbîrên pêwîst ji bo vegera koçberên ji bajarên Reqa û Tebqayê hîna bi dawî nebûne, ji ber vê yekê vegera koçberên ku navên xwe tomar kirin, hate taloqkirin heta ku ji tedbîrên rûtîn, ji kefeleta şêxên eşîran, lîsteyên pêşkêşkirî û li gorî lîsteyên kampê bê îsbatkirin.

Hevseroka kampên kantona Hesekê Macîde Emîn ji ANHA`yê re gotibû 410 malbatan navên xwe li cem rêveberiya kampa Holê tomar kirin da ku vegerin bajarên xwe Tebqa û Reqayê. Her wiha koma yekemîn a koçberan dê pêncşema bê ji kampê derkevin.

Her wiha rûspî û şêxên eşîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nûçegihanê ajansa me re der barê xebatên vegerê û biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar kir ku ev biryar gaveke baş e.

(jo)

ANHA


Mijarên Din