Vegeriya Efrînê lê nedizanî dê çi bê serê wî

Welatiyê bi navê Nezmî Hemo bi armanca berhevkirina hilberîna zeviyên xwe yên zeytûnan vedigere Efrînê, lê nedizanî bê ka leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker dê wî bigirin û milkên wî talan bikin.

Beriya ku kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve were dagirkirin, bûbû stargeha koçber û penaberan. Şêniyên herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya komên çete û dewleta Tirk de berê xwe dida Efrînê. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18‘ê Adara 2018‘an de Efrîn dagir kir û niha jî ji şêniyên wê yên resen re bûye girtîgeh. Her roj şênî rastî lêdan, revandin û kuştinê tên. Malên wan jî talan dikin û didizin.

Şêniyê bi navê Nezmî Hemo (58) yê ji gundê Mamalayê, beriya 5 mehan ji bo hilberîna zeytûnan vedigere Efrînê. Li wir rastî binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker tê. Nezmî Hemo serpêhatiya xwe ji ajansa me re parve kir.

Nezmî Hemo wiha dibêje: "Min nedizanî bê ka çi li benda min e. Ez vegeriyam Efrînê, piştî çend rojan çûm nava zeviyên xwe yên zeytûnan. Dema vegeriyam mal saet 15:00 bû. Dema ji nav zeviyan derdiketim 15 çeteyan ez sekinandim, çavên min girtin û destê min girê dan. Paşê ez birim girtîgeha gundê Coqa yê bajarê Efrînê."

‘Bê sedem ez girtim’

Hemo dibêje çeteyan bê sedem ew girt û îşkence lê kir. Nezmî serpêhatiya xwe wiha didomîne: "Bi awayekî wehşî, bêyî ku rehmê bikin îşkence li min kirin. Bi daran li min xistin. Di girtîgehê de 18 hucre hebûn, di her yekê de 12 kes hebûn."

Li gorî Nezmî Hemo, çete piştî du rojan wî dibin gundê Basûta yê navçeya Şêrawa û li wir du rojan li ser hev îşkence lê tê kirin. Paşê jî wî dibin girtîgeha Kolana Siyasî ya bajarê Efrînê û piştî 10 rojan jî sewqî girtîgeheke din a li beramberî Nexweşxaneya Avrîn dikin.

Nezmî Hemo diyar kir ku çeteyan piştî çend rojên din ew bir girtîgeha Racoyê û li wir jî 10 rojan ma. Hemo got: “Herî dawî ez birim girtîgeha gundê Marata yê bajarê Efrînê. Ew ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ve tê birêveberin. Di girtîgehan de min 200 kes dîtin, tu kesî nedizanî bê ka ji bo çi hatine girtin. Min jî nedizanî sûcê min çi ye, tenê diyar e ku ji bo dizî, pere û zeytûnan em girtine."

750 darên wî yên zeytûnan talan kirin

Nezmî diyar kir ku çeteyan piştî ew girtin, zeviyên wî yên zeytûnan talan kirin û 750 darên wî yên zeytûnan dizîn, herî dawî ji bo serbestberdana wî 100 hezar lîreyên Sûriyê jê standin.

Nezmî Hemo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez 8 saetan li ser lingan meşiyam heta ji Efrînê derketim û gihîştim Şehbayê. Tiştekî min li Efrînê nema, mal û zeviyên min dizîn. Ji ber vê yekê min biryar da ku li wir nemînin.”

Malbata Nezmî Hemo ku ji 5 kesan pêk tê, niha li navçeya Ehres a Şehbayê dimîne.

ANHA


Mijarên Din