‘Vîna azad a jinan çeteyên DAIŞ’ê têk birin’

Kesên di Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bal kişand ser ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşa xwe de gelek destkeftî bi dest xistine, her wiha bi saya vîna xwe ya azad çeteyên DAIŞ`ê têk birin.

Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi axaftinan didome. Axêveran tekez kir ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di hemû qadan de destkeftiyên mezin bi dest xistine û dê van mîrateyan veguhêzin nifşên pêşerojê.

Di vê derbarê de berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat axivî û lidarxistina kongreyê li hemû jinan pîroz kir. Lîna bal kişand ser astengiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin û wiha pê de çû: "Di nava 8 salên aloziya Sûriyê de, tevî astengiyên ku jin di hemû qadan de pê re rû bi rû mane li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadan de destkeftiyên mezin bi dest xistine, nimûneya vê yekê jî efsaneyên qehremanî yên ku di vê pêvajoyê de xêz kirine û dîrok dê şahidiyê ji vê yekê re bike û radestî nifşên nû bike." 

Lîna Berekat di dawiya axaftina xwe de got: "Jin hîn jî di nava têkoşîna azadiyê de dijîn, hîn jî  ne mafên xwe dizanin û ne girîngiya rola xwe di avakirina jiyanê de dizanin, ji ber vê yekê li ser asta jinên azad hîn jî divê li ber xwe bidin da ku bigihîjin asta jinên azad. Li ser vî esasî erka xwe rizgarkirina ji paşverûtiyan ji erka herî girîng e ku hîn jî nehatiye bidestxistin."

Paşê Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer axivî û bal kişand ser ku tevî hemû astengiyan, jinan azadiya xwe bi dest xistiye û efsaneyên qehremanî xêz kirine, nimûneya herî berbiçav, serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ`ê ye ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîna xwe ya azad karîn terorîstan têk bibin."

Piştî axaftinan dê belge ji aliyê komîteya amadekar ve werin xwendin.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din