VOA: Ji bo bidawîkirina şerê Yemenê diyalogên DYA-Hûsiyan hene

Ajansa Dengê Amerîkayê (VOA) li ser zimanê dîplomatekî amerîkayî ragihand ku DYA ji bo ku dawî li şerê li Yemenê were ku di encamê de bi hezarên sivîl bûn qurbanî, bi Hûsiyan re di nava diyalogan de ye.

Cîgirê wezîrê karên derve yê DYA’yê yê kar û barên Rojhilata Nêzîk Davis Schenker, duh dema serdana Erebistana Siûdiyê kir, got: "Em bi hemû awayan hewldana bidawîkirina şerê li Yemenê dikin."

AFP’yê jî wiha gotina Schenker ragihand: "Di heman demê de em heta radeyekê bi Hûsiyan re jî têkiliyan datînin da ku dawî li şerê li Yemenê were."

Wezîrê karên derve yê DYA’yê diyalogên bi Hûsiyan re piştrast nekir û duh wiha ji Dengê Amerîkayê re parve kir, da ku dawî li şerê li Yemenê were, armancên DYA`yê li welêt pêk werin û xebatê bi hevkarên xwe yên li dewletan re dikin, bi hemû welatiyên Yemenê re diyalogan dikin.

Rêveberiya Obama ya berê ji bo demeke kurt bi Hûsiyan re diyalogan dike û hewdana dan û standinên aştîyane dike. Tê zanîn ku dan û standinên aştiyê yên ku NY wan bi rê ve dibe, bi bin ketin.

(eh)


Mijarên Din