Wê sibe rêya Hîzama Bakur a bajarê Qamişlo têkeve xizmetê

Şaredariyên Gel yên aliyên rojhilat  û rojavayê bajarê Qamişlo sererastkirina rêya Hîzama Bakur a stratejîk bi dirêjahiya 14 km a çûn û hatinê, bi dawî kir.

Şaredariyên Gel ên li aliyên rojhilat û rojavayê bajarê Qamişlo ku bi şîrketa giştî ya rêyan (Zagros) re peymana xebatên sererastkirin û restorakirina rêyên bajêr çêkiriye, didomîne. Her wiha dê hemû rêyên li nava bajêr li gor îmzekirina peymanê di destpêka meha Cotmehê de bi dawî bibin.

Şîrketa Zagros, sererastkirina rêya Hezama Bakur a ku aliyên rojhilat û rojava ve digihîne hev, ku ji erebeyên mezin re, ji nîvê meha Tebaxê ve destpê kiriye. Wê dirêjiya rê 14 km, berahiya wê 10 m û qalindiya ziftê jî 12 cm be. Dê çêkirina rê îro bi dawî bibe.

Li gor Şîrketa Zagrosê, li rê 11 hezar û 500 m3 qîr çûye.

Di vî warî de Husên Silêman rêvberê Şîrketa Zagros got: "Li gor peymana di navbera şîrket û şaredariyên aliyên rojhilat û rojavayê bajarê Qamişlo ve nêzî ji sedî 95 ji rêyên li nav bajarê Qamişlo hatin sererastkirin."

Şîrketa Zagros li gor peymana di navbera wê û şaredariyên gel ên aliyên rojhilat û rojavayê bajêr de ku  di 9’ê Gulanê de hatiye îmzekirin,  dest bi restorakirina rêyên bajarê Qamişlo kirine. Li gor peymanê, divê rêyên bajêr ji destpêka têketina bajêr ji aliyê rojhilat heta dawiya rêya Elî Ferwa ya ku digihîje rêya navdewletî bên sererastkirin. Ji wê jî zêdetir divê rêyên sereke yên di nava bajêr de bên restorekirin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din