Wall Street: Pentagon pergala Pariot ji Erebistana Siûdî vedkişîne

Berprisên Amerîkayê ji rojnameya Wall Street re gotin ku DYA‘yê pergala Patriot a dijî moşekan ji Erebistana Siûdî dikişîne û li ser kêmkirina hêzên xwe ji herêmê difikire.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji kenala El-Hurra re got, ew palan dike ku pergal Pariot a dijî moşkan ji Erebistana Siûdî vekişîne û hêzên Amerîkayê li herêmê ji nûve belav bike bêyî ku dest bide stratejiya astengkirina Îranê.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartine berpirsên Amerîkî her wiha got: "Washington 4 batariyên moşekên pariot radike û bi dehan endamên leşkerî yên ku piştî êrişên par ên li ser jêderên petrola Siûdî şandibûn ji qiraltiyê dikişîne."

Berpirsên DYA‘yê her wiha destnîşan kir ku du balafirên şer ên Amerîkayî ji herêmê derketin.

Li gorî rojnameyê dê berpirsên DYA‘yê mijara kêmbûna hebûna deryayê ya Amerîkayê li herêma kendavê nîqaş bike.

Her wiha destnîşan kir ku ev girtek xwe dispêre nirxandinên hin berpirsan ku "Êdî xeteriya Tehranê ya raste rast li ser berjewendiyên Amerîkayê nemaye."

Pentagon, yekem car piştî sala 2003‘an, di Îlona derbasbûyî de ragihandibû ku 200 leşker şandine Erebistana Siûdî û moşekên pariot lê belav kirine. Ev yek piştî aloziya di navbera Riyad û Tehranê de hat, ku Erebistana Siûdî ew bi êrişên li ser şirketên petrolê yên Aramcoyê tewambar kiribû.


Mijarên Din