Warê ewle yê koçberan Efrîn bi destê Tirkiyê bû trajediya mirovî - 1

Efrînê di pêvajoya aloziya Sûriyê de pêşwaziya zêdetirî 300 hezar koçberên ji tevahiya herêmên Sûriyê kir. Rêveberiya Xweser hemû pêdiviyên jiyanê pêşkêşî wan kirin û di nava welatiyên herêmê de di bin banê biratiya gelan û neteweya demokratîk de bi aramî dijiyan. Lê ev tişt li xweşiya dagirkeriya Tirkiyê neçû û bajar kir cihê trajediyeke mirovî.

CAFER CAFO - FÎDAN EBDELA / EFRÎN

Hejmara welatiyên Efrînê gihîştibû nêzî nîv milyon kesan, piştî ku şer li bajarê Helebê dijwar bû welatiyên Efrînê yên li Helebê ku hejmara wan 400 kezar kes bû, vegeriyan Efrînê. Her wiha piştî ku şer li gelek bajar û herêmên Sûriyê belav bû, gelek welatiyên Sûriyê ji van herêman koç kir û berê xwe da Efrînê û hejmara niştecihên li Efrînê gihîşte milyonek û 200 hezar kesan. Efrîn bû nimûneya mozayîka pêkhateyên Sûriyê û herêma herî ewle.

Efrîn ji hêla xwezayî ve jî devereke xweş û rengîn e. Erdnîgariya wê çiya û deşt in, lewma ew herêmeke çandiniyê ye. Ji aliyê dîrokî ve jî xwedî cihekî girîng e ku gelek şaristanî li vê deverê derbas bûne û li şûna wan gelek şûnwar û cihên dîrokî mane. Li Efrînê gelek pêkhateyn nîjadî û olî bi hev re dijîn, Ereb, Kurd, misilman, êzidî, zedeştî, sunnî û elewî. Bi vî awayî bûbû nimûneya jiyana hevbeş.

Ji ber ku Efrîn cihekî çandiniyê ye, pîşeyên heyî jî yên çandiniyê ne yan jî yên girêdayî çandiyê ne. Di serî de çêkirina zeyta zeytûnan, gelek pîşeyên din ên mîna çêkirina sabûnê, bêrûn, dimsa tirî û hinaran, her wiha karên din ên mîna dirûtina cilan û pêlavan jî hene. Di demên dawîn de hin pîşeyên din ên mîna konserwe, tekstîl, kargehên dirûtinê û kargehên çêkirina batariyan jî hebûn.

Ji ber van tiştan her wiha ji ber ewlehî û aramiyê, li Efrînê jiyana hevbeş hate çespandin, gel bi awayekî komînal xwe bi rêxistin kir û şêweyên xweparastinê bi pêş xistin heta ku bû cihê herî ewle ku hemû pêkhate û gelên Sûriyê xwe lê girt.

Tevî rewşa şerê dijwar li Sûriyê û dorpêçkirina Efrînê jî, lê Efrînê deriyên xwe ji hemû welatiyên Sûriyê yên ku ji herêmên cuda ji ber agirê şer reviyan, vekirin. Hemû derfetên xwe bi wan re parve kirin, her wiha rêveberiyê jî pêwîstiyên koçberan bi cih anîn û di civakê de nirxên biratiya gelan û jiyana hevbeş bi pêş ketin, ne mîna herêmên din ên Sûriyê ku bi agirê şerê navxweyî dişewitîn. Dîsa rêveberiyê mijara koçberan ji bo tu berjewendiyên din bi kar neanî, mîna ku çawa Tirkiyê ev mijar kir mijara bazarên siyasî bi dewletên Ewropayê re.

Ji hundir û derveyî Sûriyê zêdetirî 300 hezar koçber hembêz kirin

Destpêka aloziya Sûriyê şer li gelek herêman belav bû, lewma welatiyên van herêman berê xwe da Efrînê, ji gund û taxên Helebê û herêmên Kefernaha, Reqa, Tebqa, Bab, Ezaz, Dêrazor, Hema û hin malbatên ji Filistîn û Iraqê, nêzî 300 hezar koçberan berê xwe da Efrînê.

Rêveberiya xweser ji bo pêkanîna pêdiviyên koçberan, sala 2014`an li gundê Bisilê yê navçeya Şêrawa Kampa Robar a koçberan vekir. Li gorî serjimara ku ji aliyê desteya karûbarên civakî ve hatiye amadekirin, 250 malbat ango 3 hezar koçber li wir bi cih bûne.

Piştî ku pêla koçberiyê zêde bû, rêveberiya xweser li gundê Dêrcmal ê herêma Şehbayê kampa bi navê Şehbayê vekir û nêzî 2 hezar koçber lê bi cih bûn.

Her wiha gelek koçber li dever û navçeyên Efrînê jî belav bûn, nêzî 1000 malbat li navenda Efrînê, 25 hezar koçber li navçeya Raco, 50 hezar li herêma Cindirêsê, 10 hezar li navçeya Bilbilê û 15 hezar jî li navçeya Şera bi cih bûn.

Bi derfetên xwecih pêdiviyên koçberan hatin pêkanîn

Desteya Karûbarên Civakî bi rêya Komîteya Karûbarên Koçberan hemû pêdiviyên koçberan peyda dikirin, ji bo hemû koçberên li kampên Robar û Şehbayê kon, ava vexwarinê, elektrîk, xizmetên tenduristiyê, vekirina dibistanan û perwerdeya bi zimanê dayikê û amadekirina mamosteyan bi derfetên xwecih pêk anîn. Her wiha alîkariyên mirovî û xwarin jî li koçberan belav dikirin.

Li kêleka van xebatan Rêveberiya Xweser ji bo koçberan derfetên kar jî li herêmê peyda kirin, li gorî pîşeya wan ji gelek kesan re kargeh vekirin û di warê avakirinê de jî kar peyda dikir. Êdî yên koçber mîna welatiyên herêmê yên xwecih dijîn, koçberan digot ew hest nakin ku ew êdî biyanî ne û ji malên xwe dûr ketine.

Bangewaziyên koçberan bê bersiv diman

Piştî ku hejmara koçberan zêde bû, pêdiviyên wan jî zêde bûn. Di demsalên zivistanê de hewcedariya koçberan bi alavên germkirinê hebû, her wiha pêdiviyên jiyanî yên mîna xwarin û cil û tenduristî jî zêde dibûn. Ji bo pêkanîna van pêdiviyan koçberan gelek caran bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wan bikin lê hemû bangewaziyên wan bê bersiv man.

Tevî wê jî Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên kêm her tim deriyên xwe ji koçberan re vekirin û pêdiviyên wan pêk anîn.

Lihevkirinên navdewletî û êrîşa Tirkiyê

Serokkomerê Tirkiyê li ber çavên cîhanê her roj gefa êrîşa li dijî Efrînê dixwar. Roja 20’ê Çileya sala 2018`an artêşa dewlata Tirk a dagirker êrîşeke herî dijwar bire ser Efrînê, bi dehan balafirên şer Efrîn bombebaran kir, şer nêzî 2 mehan bi şev û roj dewam kir.

Jixwe ji her kesî re diyar e ku êrîş di encama planeke navdewletî û lihevkirina Rûsya û Tirkiyê de li ser bazara Xûta beramber Efrînê, pêk hat. Rûsya û rejîma Sûriyê û Îranê xwestekên Tirkiyê yên tunekirina projeya demokratîk a li Efrînê ji xwe re bi kar anîn û xwest çeteyên Tirkiyê yên Xûtayê tune bikin, ev plan pêk anîn, yên bûne qurbanî jî sivîlên Sûriyê bûn. Cîhan jî li hember vê planê bê deng ma.

Êrîş li dijî kampên koçberan

Di pêvajoya şoreşa Rojava de, her tim artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên sînor ên kantona Efrînê bombebaran dikirin, di van êrîşan de gelek ziyan gihîşt koçberên di kampan de, ji gelek aliyan ve ev kamp dibûn armancên êrîşan.

Dema ku êrîşa dagirkerî ya li dijî Efrînê pêk hat, di her du rojên destpêkê de êrîşî Kampa Robar a penaberan ku li kantona Şehbayê ye, kirin. Di encamê de hin zarokên koçber birîndar bûn. Wê demê êrîşên li dijî kampê bi şev pêk dihatin û tirseke mezin di nava koçberan de çêdikir, lewma koçber neçar bûn ku ber bi gundên Şêrawa ve birevin.

Rêvebera Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Efrînê Arîfa Bekir diyar kir ku Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe ji bo koçberan terxan kirin. Arîfa Bekir got ku piraniya koçberan ji pêkhateya Ereb bûn û ji ber kiryarên çeteyên Tirkiyê ji herêmên cuda yên Sûriyê reviyabûn.

Bekir diyar kir ku wan piştî dagirkeriyê bi gelek malbatên koçber ên ku li Kampa Robar diman re têkilî danîne, koçberan diyar kiriye ku çeteyên Tirkiyê konên koçberan û hemû tiştên wan yên din jî dizîne, koçberên li wir careke din koçber bûne û çarenûsa wan ne diyar e.

Koçberê bi navê Mihemd Ehmed Hemade ku welatiyê taxên Helebê yê rojava ye, yek ji şahidên êrîşa Tirkiyê bû. Ew 5 salan li Efrînê jiya û diyar kir ku ew beriya dagirkeriyê di rewşeke aram dijiyan û bûne mîna welatiyên Efrînê.

Her wiha welatiyê bi navê Kamil Serdec ku beriya sal û nîvekê li Kampa Şehbayê dijî, spasiya rêveberiya xweser kir ku heta roja îro jî hemû pêdiviyên koçberan pêk tîne. Serdec diyar kir ku ew li kêleka welatiyên Efrînê dê berxwedana xwe dewam bikin heta ku Efrîn rizgar bibe û her kes vegere malên xwe, her wiha got ku ew bi tu awayî dagirkeriya Tirkiyê napejirînin.

Ev malbatên koçber ku bi xwe şahidên hovîtiya Tirkiyê û çeteyên wê bûn, naxwazin herin herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyê de, ew jî bi welatiyên Efrînê re derketin û niha li kampên Şehbayê yên navçeya Şêrawa dijîn û Rêveberiya Xweser jî alîkariyên pêwîst dide wan.

(k)

ANHA


Mijarên Din