Warê Mîtaniyan 3 meh e dagirkirî ye

Bajarê Serêkaniyê ku wek warê Mîtaniyan dihate naskirin, ev 3 meh e di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Bajarê ku bi kevneşopî û dîroka xwe dihat nasîn, niha hovîtî, binpêkirin, sûcên mirovî, koçberî û guhertina demografiyê tê de pêk tê.

Li bajarê Serêkaniyê bi destpêkirina dagirkeriyê re siyaseta tirkkirinê bi awayekî eşkere tê meşandin. Bi êrişên hovanê re bi sedan şênî hatin qetilkirin û hezaran şêniyên resên neçarî koçberiyê bûn. Ev ji bo hovîtiyê ne bes bû ku êdî guhertina demografiyê wekî ku li Efrînê pêk anîn, li Serêkaniyê û Girê Spî jî dane destpêkirin.

DÎROKA SERÊKANIYÊ

Serêkaniyê destpêkeke şaristaniya mirovahiyê, dergûşa jidayikbûna dîrokê û paytexta Mîtaniyan e ku dîroka wê xwe dispêrê 12 hezar salan. Bajar bi peymana Lozanê di nava dewleta Tirk û Sûriyê de hatiye parçekirin. Ji parçeyê ku li Sûriyê dimînê re dibêjin Serêkaniyê yan jî Resûlayn, parçeyê ku li Bakurê Kurdistanê dimînê jî jê re dibêjin Ceylanpinar. Serêkaniyê yek ji herêmên kantona Hesekê ya herêma Cizîrê ye. 6 bajarok; Mebruka, Tilhelef, Medan, Menecîr, Sefeh û Elok girêdayî Serêkaniyê ne. Serêkaniyê bi çanda Til Xelef a bûyî destpêka mirovahiyê tê nasîn, di heman demê de hewza avê ya herî zêde ya Kurdistanê ye.

Di aliyê erdnîgariyê de Serêkaniyê dikeve navbera bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê, bi xwezaya xwe jî tê nasîn. 360 kanî ku jêdera wan ji Bakurê Kurdistanê ye, li Serêkaniyê hebûn. Bi destpêkirina şoreşê re ava li çavkaniyan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qutkirin û niha tu kanî tê de nemane.

DI DÎROKÊ DE XWEDÎ CIHEKÎ GIRÎNG E

Bajarê Waşokanî di serdema Aramiyan de bi navê ‘Gabara’, di serdema Aşûriyan de ‘Gozana’, di serdema Romayiyan de ‘Reş Êno’, ‘Ên Werid’ anku ‘çavê gulê’ dihat nasîn. Serêkaniyê di serdema Ebasiyan de xwedî cihekî girîng bû, ew navenda bazirganî û cihê karwanên wan bû. Cihê ku mirovahî û dîrok lê şîn bû û gelek şer jî lê çêbûne. Asûriyan, Romayiyan, Pers, Babîl, Akad, Sumerî, dewleta Osmanî, Îngilîz û Fransa li ser wê axa pîroz şer dane meşandin û hikûm kirine. Her wiha li bajar qral, mîr, şêx, aşîr, qebîlê, melik, xelîfe, prens, axa, mînişîniayn konê xwe li wir vedaye û alên xwe hildane.

Serêkaniyê kilîta ku herêmên Cizîrê û Firatê bi hev de girê dide. Gelê Kurd, Ereb, Şîşan, Mardilî, Turkmen, Suryan, Ermen û êzidî lê dijiyan. Gelan debara xwe bi çandinî û bazirganiyê dikir.  

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe şopa dewleta Osmanî di 12’ê Mijdara 2012’an de êrişî Serêkaniyê kir.

YEKEMÎN ÊRIŞÊN ÇETEYAN Û ENCAMA SERKEFTINÊ; JIYANA HEVBEŞ

Çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam û Sultan El-Mûrad, neviyên Temo û komên çete rastî berxwedana şervanên YPG û gelê herêmê hatin. Çeteyan hovîtiyên dijmirovî li ser herêmê dan meşandin lê encama serkeftina şervan û gelên herêmê hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirina herêmê Meclisa Gel hate avakirin û paşê gav bi gav sîstema Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk hate rûniştandin.  Sala 2014`an avakirina komînan dest pê kir ku gundewarên Serêkaniyê 128 komîn û 7 meclis, li bajar 65 komîn û meclisek, li navçeya Zirgan 86 komîn û meclis hatin avakirin. 

Bi ragihandina Revêberiya Xweser re zarokên her pêkhateyekê xwendina xwe bi zimanê dayikê dibirin, li Serêkaniyê 22 dibistan, li gundewarên wê jî 130 dibistan hebûn.   

ÊRIŞ, KOMKUJÎ Û BERXWEDANA RÛMETÊ

Bajarê ku bi pirçandî, xweza, nasname, cografiya xwe tê nasîn, 9’ê Cotmeha 2019 bi navê qaşo herêma ewle rastî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê hat. Dewleta Tirk ji bo dagirkirina bajar teknîka herî pêşketî bi kar anî û bi balafirên şer bajar bombebaran kir. Hêzên dagirker sûcên şer kirin ku bi balafirên şer, çekên giran û bombeyên kimyewî bi kar anîn.

Êrişên destpêkê li ser Dibistana Şehîd Ronahî pêk hatin ku dibistan hate bombebarankirin.  Şêniyên resen ên Serêkaniyê li dijî êrişan li kêleka şervanên xwe QSD`ê li ber xwe da. Berxwedana Serêkaniyê li hemû bajar, navçe, gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.

KONVOYA SIVÎLAN BÛ HEDEFA DAGIRKERAN

Gelek sivîlên ku di van êrişên dijwar de birîndar bûn, ji ber dorpêça dagirkeran li nexweşxaneya Serêkaniyê asê man. 13’ê Cotmehê ji bo birîndaran ji dorpêçê xilas bikin, karwanek ji sivîlan ji herêma Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve çûbû, lê rastî komkujî û êrişên dewleta Tirk hatibû. Konvoya duyemîn welatiyên sivîl ku di nav de rojnameger jî hebûn, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Serêkaniyê bi balafirên şer hate hedefgirtin. Di encama êrişê de di nav de nûçegihanê ajansa me ANHA’yê Seed Ehmed jî, nûçegihanê Çira TV Mihemed Hesen Reşo û 11 welatiyên sivîl şehîd bûn û 3 jê rojnameger, bi giştî 74 sivîl jî birîndar bûn. Sivîlên ku dixwest xizmên xwe ji malan derxin, dibûn hedefa obûs û balafirên şer.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên hovanê de çekên qedexêkirî wekî bombeya fosfora spî bi kar anîn û zarokê 13 salî Mihemed Hamîd birîndar kir. Heyva Sor a Kurd ragihandibû bû ku ew bi bombeyeke kîmyewî birîndar bûye.

11 rojan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tank, top û balafirên şer Serêkaniyê bombebaran kir.

352 SIVÎL HATIN QETILKIRIN

Karwanê gel a ji herêma Cizîrê ji bo sivîlên birîndar ên li nexweşxaneya Serêkaniyê di dorpêçê de mabûn rizgar bikin, dîsa berê xwe da bajêr. Di encama berxwedana gel de Heyva Sor a Kurd û Xaça Sor xwe gihand nexweşxaneya Serêkaniyê û 4 şehîd û 30 birîndarên li nexweşxaneya li Serêkaniyê asê mabûn, derxistin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi teknîka herî pêşketî û sûcên li dij mirovahiyê herêm 17’ê Cotmehê dagir kir. Li gorî Hevya Sor a Kurd, di êrişên hovanê yên li ser Serêkaniyê de sivîl bûne hedefa dagirkeran ku 352 sivîl bi awayekî hovanê hatin qetilkirin.

BINPÊKIRIN, KOÇBERÎ Û GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ

Di encama dagirkirinê de zêdetirî 50 hezar şênî nêçarî koçberiyê bûn. Koçber li dibistan û malên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûn, paşê Rêveberiya Xweser di navbera navçeya Til Temir û bajarê  Hesekê de ji bo koçberan kampa Waşokanî ava kir. Li kampê 4 hezar koçber dijîn û roj bi roj hejmara koçberan zêde dibe. Li navçeya Til Temirê jî zêdetirî 4 hezar û 200 malbat li gund û dibistanan bi cih bûne. Di aliyê alîkariyê de tenê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabû û saziyên ku qaşo xwe bi navê saziyên mirovî pênasê dikin, bi temaşekirine re sînordar man.

Malbatên çeteyên ji Idlib, Guta û Humîsê li taxa Mahamad û Ebra hatin bicihkirin. Li gorî çavkaniyên ajansa me 1500 malbatên çeteyên Sultan Mûrad, Lîwa El-Şam ji Ceylanpinarê anîn û li Serêkaniyê hatin bicihkirin. Ev malbatên çeteyan li taxên Serêkaniyê  yên Xerabat û Hewarna hatin bicihkirin. 

Her wiha malbatên çeteyan û yên dewleta Tirk jî di bajarê Serêkaniyê de hîna jî tên bicihkirin. Demografiya bajarê Serêkaniyê roj bi roj tê guhertin ku berhem û navên kurdî tên rakirin û zimanê tirkî li bajar tê bikaranîn û zimanê kurdî hatiye qedexekirin. Navên dibistanan û nexweşxaneyan hatin guherandin.

30 JİN Jİ ALİYÊ ÇETEYAN VE HATİN TECAWİZKİRİN

Hovîtiya çeteyan li ser jinan bi awayekî dij mirovahî eşkerê dibe. 30 jinên li Serêkaniyê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatine tecawiz kirin. Ji wan jinan 5 Şîşanî, 2 Kurd û 23 jî Ereb in.  Rewşa wan jinan heya niha nehatiye zelalkirin û her wiha nasnameya jinan jî nehatiye eşkerekirin. Çete li Serêkaniyê bi darê zorê cil û çarşafê  reş jî li jinan ferz dikin.

DIBISTAN BÛN BAREGEHÊN LEŞKERÎ

Li bajarê Serêkaniyê di encama dagirkeriyê de 24 dibistan hatin rûxandin, 3 dibistan ji aliyê çeteyên Sultan Mûrad ve kirin barergehên leşkerî. 23 hezar û 140 xwendekar ji xwendinê bê par man. Di dibistanan de xwendin bi zimanê tirkî û erebî ye. Mamosteyên ji Idlibê li Serêkaniyê bi cih kirine. Şêniyên ku vedigerin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên qetilkirin, revandin û tecawizkirin.

ARMANCA BERFIREHKIRINA DAGIRKRINA HERÊMÊN NÛ

Qaşo bi navê “herêma ewle” cihên herî ewle hatin dagirkirin û armancên dagirkirina herêmên nû jî hene. Li ser bajarê Eyn Îsa û Til Temirê êrişên bi çekên giran û balafirên bêpîlot (drone) dewam dikin. Di encama êrişan de sivîl û mal û milkên wan tên hedefgirtin. Lê li dijî wan êrişan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe didin û ji bo derxistina dagirkeriyê ji herêmên xwe, tê dikoşin.

ANHA

 


Mijarên Din