Wargeha Mexmûr a di navbera dorpêça PDK'ê û vîrûsa Koronayê de

Di demeke ku hemû dewletên cîhanê bi hemû rê û rêbazan hewl didin pêşiya belavbûna Koronavîrusê bigirin, hikumeta herêma Kurdistanê dorpêçeke giran li ser Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ferz dike.

Ji ber dorpêça ji aliyên hikumeta başûrê Kurdistanê û paşguhkirina navneteweyî, şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di mercên zehmet de dijîn. Dorpêç berdewam e. Gelek şêniyên wargehê ji cihên ku Koronavîrus lê belav bûye hatine. Berpirsên Kampê metirsiyên xwe der barê rûdana keraseteke mirovî de anîn ziman.

Ji bo pêşîlêgirtina xeteriyên belavbûna vîrusa Korona li Wargeha Mexmûrê, Meclisa Gel a Wargejê di 27`ê Adarê de bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku alîkariyê bide şêniyên wargehê. Ji ber dorpêçê di peydakirina pêwîstiyên tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin.

12 HEZAR KES DORPÊÇKIRÎ NE

Li Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) nêzî 12 hezar kes dimînin. Gelê Mexmûr hemû ji bakurê Kurdistanê ne. Di salên 90’î de dewleta Tirk a dagirker bi hezaran gundên xelkê bakurê Kurdistan'ê şewitandin û koçberkirin. Lê bi hezaran kesên ku li hember zextên teslîmgirtina dewleta Tirk serî netewandin û ji cihê xwe koçberbûn îro li wargeha Maxmur bi cih bûne. Ev wargeh di gelek şert û mercên pir zehmet de hatiye avakirin. 

Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin parastina Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Ji Tîrmeha 2019`an de, hikumeta herêma Kurdistanê ku PDK serkeşiya wê dike dorpêç li ser şêniyên wargehê ferz kiriye. Lê belê heta niha Komseriya NY`yî li hemberî vê yekê tu helwest nîşan nedaye.

Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî dikeve nava sînorên qezaya Mexmûrê ya parêzgeha Nînewayê, nêzî parêzgeha Hewlêrê ye û derdorê 60 km divkeve başûrê navenda Hewlêrê.

Li gorî belgeyên dewletê di 18`ê Çileya 2017`an de Wargeha Rustem Cûdî girêdayî qazaya Nînewa ya Musilê bû û ji wê demê de hikumeta herêma Kurdistanê ji wargehê ne berpirsyar e. Her wiha hikumeta navendî di Tîrmeha 2019`an de nasname dan şêniyên wargehê ku li gorî wê dikarin bi azadî li erdên Iraqê bigerin.

EV NÊZÎ SALEKIYÊ DORPÊÇ BERDEWAM E

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an li Hewlêrê cîgirê balyozê Hewlêrê hat kuştin. Piştî kuştina cîgirê balyozê Tirk, hikumeta herêma Kurdistanê dorpêç li ser Wargeha Rustem Cûdî ferz kiriye. Wargeh her wiha bi "Wargeha Berxwedanê" tê naskirin. Ji ber ku her malbateke li kampê xwedî şehîdan in, ku zarokên wan ji bo azadiya Kurd canê xwe dane.

Li wargehê pêwîstiyên tenduristiyê û derman kêm in û tenê du navendên tenduristiyên hene ku yek girêdayî hikumeta Iraqê ye û tê de hejmareke kêm ji deramanan peyda dibe. Yê din jî navendeke xweser e ku şêniyan bi xwe amade kirine.

Şêniyên waregehê bi lehengî û ruhê tekoşînê tên nasîn. Di 8`ê Tebaxa 2014`an de dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî wargehê kirin, şêniyan tevî Hêzên Parastina Gel (HPG) bersiva êrişê dan û ewlehî vegerandin. Piştî wê yekê jî di her du salên borî de bi hinceta bombebarana cihên HPG`ê, dewleta Tirk 3 êrişên asîmanî li waregahê pêk anî.

Endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Rêveberiya Wargehê Bêwar Mexmûr diyar kir ku piştî kuştina cîgirê balyozê Tirk li Hewlêrê, hikumeta herêma Kurdistanê dorpêçeke giran li ser şêniyên wargehê ferz kiriye û di 18`ê Tîrmehê de dewleta Tirk bi balafirên şer Kamp bombebaran kirin.

JI BO RAKIRINA DORPÊÇÊ RÊVEBERIYA KAMPÊ BIDIN ME!

Bêwar diyar kir ku ji bo rakirina dorpêçê desthilatdariya herêmê xwestiye ku rêveberiya wargehê radestî wan bikin. Bêwar got: “Me ew agahdar kirin ku ev tişta ew dikin ne qanûnî ye. Wan jî ji me re got, em îtirafê bi qanûnan nakin.”

Bêwar destnîşan kir ku rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Başûr jî di bin bandora desthilatdariya herêma Kurdistanê de ye, isbata vê yekê jî ji 2015`an alîkarî derbasî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî nebûye. Li gel vê yekê jî desthilatdariya herêmê hemû rêxistinên mirovî neçar kirine ku alîkariya ji bo şêniyên wargehê rawestînin.

Bêwar da zanîn ku desthilatdariya herêma Kurdistanê li gorî fermanên dewleta Tirk tevdigere û pêde çû: “Desthilatdariya herêma Kurdistanê bi armanca şikandina îradeya şêniyên wargehê ku bi berxwedan û wêrekiya xwe tên naskirin, fermanên dewteta Tirk pêk tîne.”

NY WARGEHA MEXMÛRÊ PAŞGUH DIKE

Têkildarî banga Meclisa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bêwar Mexmûr diyar kir ku pêwîstiyên tenduristiyê yên li wargehê peyda nabin û NY`yê di demeke wiha zehmet de bi erka xwe ranabe û pêwîstiya kampê bi dezenfetekirinê heye ji ber vîrus li Başûrê Kurdistanê belav bûye.

Bêwar Mexmûr axaftina xwe wiha domand: “Hejmareke xwendekar û karkerên ku li Hewlêrê bûn û vegeriyane wargehê divê em kontrol bikin. Em nikarin tiştek bikin, ji ber ku alavên tespîtkirina vîrusê tune ne. Lewra kesên hatine wargehê li cihên taybet hatine bi cihkirin.”

Mexmûr anî ziman ku piştî Desteya Tenduristiyê şaxê Bakur û Rojhilatê Sûriyê testa "KIT" a kifşkirina vîrusa Koronayê derxist, dorpêçkirina herêma Kurdistanê û bêdengiya NY`yê wan banga li Rêveberiya Xweser kirin ku alîkariyê bi wan re bike û alavên parastina ji vîrusê, lepik, mask û madeyên dezenfetkirinê pêşkêş bikin.

DESTEYA TENDURISTIYÊ DÊ "KIT" BIDE ŞÊNIYÊN MEXMÛRÊ

Hevserokê Desteya Tenduristiyê şaxê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa wiha got: " Me di civîna çapemeniyê jî de got, derxistina cîhazê "KIT" titşekî mirovî ye. Ger pêwîstiya dewlet an jî saziyên tenduristiyê yên Rojhilata Navîn pê hebe em ê ji wan re pêşkêş bikin. Li gel vê yekê em amadene xizmetên tenduristiyê pêşkêşî koçberên li wargeha Mexmûrê jî bikin.”

Desteya Tenduristiyê şaxê Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20’ê Adarê ragihand ku wan bi hevkariya Enstîtuya Siwêdî( PEAS) testa KIT a teşhîsa vîrusa Koronayê dike, kifş kirine.

Rêveberiay Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku ew ê daxwazên Meclisa Gel a Wargeha Rustem Cûdî yên parastina ji xeteriya belavbûna vîrusa Koronayê bi cih bînin.

(cx-eh)

ANHA


Mijarên Din