Warşîn ê ku gotiye "Welat ji dê û bav bihatir e” kî ye?

“Welat cihek ji bo aşqê û jiyana tijî hêvî ye. Her bostek ji xaka welat giyana aşqê zêde dike. De bila em jî di welatê xwe de her qonaxek ji jiyana xwe bi tevahiya deteyên wê bijîn”…şehîd Warşîn Emîn

Çendîn mirov serpêhatî şehîdên azadiyê yên Rojava  yê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê vebêje, nikare tam pesna wan bide û lehengiya wan bîne ziman. Serpêhatiya îro behsa lehengiya ciwanekî ji ciwanên Til Temirê yê herêma Cizîrê; şehîd Warşîn Emîn bi nasnav Cûdî  şervanê YPG`ê, dike. Warşîn navê xwe ji têkoşerekî Tevgera Rizgariya Kurdistanê girtiye.  

Warşîn kurê sêyem ê malbata ku ji 5 zarokan tevî dê û bav pêk têye. Malbata Warşîn di nav civaka xwe de bi girêdana xwe bi doza Kurd û Tevgera Rizgariya Kurdistanê, tê naskirin.

Malbata têkoşer Warşîn debara xwe bi xwedîkirina sewalan û çandiniyê peyda dike. Ji ber wê Warşîn xwendina xwe terk dike û alîkariya malbatê dike.

Ji bo peydakirina qûta xwe malbat neçar dimîne koçberî peytexta Sûriyê Şamê bibe, lê di demek kin de dîsa vedigere herêma ku tê de kar dikir. Warşîn tevî hevserê xwişka xwe dikana sererastkirina amûrên kehrebeyê yên malan vedikin. Piştre dikanekî serbixwe vedike.

Çalak û dilrehm bû

Gulistan dayîka şehîd Warşîn wiha behsa kurê xwe kir: "Kurek çalak û dilrehem bû. Alîkariya her kesî dikir. Min hertim bertekên wî bi xwişk û birayên xwe re dît, ew ji wan re mîna hevalek bû û hertim rê rêya rast dida pêşiya wan.”

Birayê wî Yalçin got wî hertim guhdarî nêrînên Warşîn dikir, ji ber ku şîret li wan dikir da ku karên baş bikin.

Elmas xwişka Warşîn tekez kir ku birayê wê gelek çalak bû. Sibehan zû şiyar dibû, banga şêniyên gund dikir û gundî ji xew şiyar dikir da ku dest bi kar bikin.

Tevlibûna nava refên şoreşê

Di sala 2012’an bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, Warşîn bi dildarî tevlî hêzên parastinê dibe.

Hevalê Warşîn Qehreman Til Temir dibêje di destpêka şoreşê de bi awayekî veşartî di nav girupekî de ku ji 8 kesan pêk dihat dixebitîn. Hemû rûyên xwe mask kiribûn û kesek hev du nas nedikir. Qehreman bi bîr xist ku ji ber derfetên destpêkê yên kêm perwerdeyên xwe bi çûyan li şûna çekan didîtin.

Şervanê bi navê Demhat gotinek têkoşer Warşîn Cûdî bi bîr xist û got: "Armanca min ji tevlibûna şoreşê, parastina xak û rûmeta gelê xwe ji her êrîşekê ye. Divê her kes tevlî şoreşê bibe û van armancan bidin pêşiya xwe."

Welat ji dê û bav bihatir e

Kemal bavê Warşîn dibêje ku kurê wî piştî ku tevlî YPG`ê dibe pir nedihat mal û got: "Warşîn hertim digot; bavo ger şehîd bikevim xemgîn nebin, bi min serbilind bin ji ber ku welat ji dê û bavê bihatir e."

Bavê Warşîn gotinên xwe wiha domand: "Rojekê em hemû kom bûn da ku Warşîn bibînin. Bi hatina wî re dilê me hemûyan şad bû. Warşîn behsa hevalên xwe û şerên li dijî çeteyan dikir û çawa êrîşên wan dişkandin. Di wê demê de û hîna gotinên xwe temam nekiribû hevalekî wî pê re axivî û piştre bi lez berê xwe da eniyên şer."

Şehadet

Şervanê bi navê Demhat dibêje ku wî li rex Warşîn di gelek eniyên şer de bi hev re cih digirtin û wiha domand: “Warşîn hertim di pêş de bû, me moral ji wî digirt. Me bi hev re gelek gund rizgar kirin, jê Menacîr û Xîbiş. Her wiha me di gelek eniyan de cih girt, mîna Mele Nûrî û Salhiye yên Serêkaniyê."

Di 20`ê Mijdara 2013`yan de çeteyên girêdayî Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîrî El-Şam) û şaxê Sûriyê ya rêxistina El-Qaîde êrîşî nuqteyek parastinê ya ku Warşîn tê de cih girtibû dikin.

Şerên dijwar di navbera YPG û çeteyan de rû didin. Piştî gelek saetan Warşîn tevî 7 hevalên xwe di wî şerî de şehîd dikeve.

Dayîka şehîd Warşîn dibêje ku êvara wê rojê kêliyekê jî rehet nesekinî û heya sibehê xew nekir û nikarî roja din kar bike ji ber ku pê hesiya ku tiştek bi Warşîn hatiye.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din