Washington: An Tirkiye dê dev ji S-400’an berde yan jî dê ceza lê bên ferzkirin  

Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştrast kir ku heke Tirkiye dixwaze xwe ji krîza bi Washingtonê re xilas bike, divê bi çi rêyê dibe bila bibe, xwe ji pergala S-400’an a ku ji Moskovê kiriye, rizgar bike û heke na, dê ferzkirina cezayan li dijî wê di pêkanînê de bin.

Ajansa Reutersê li ser zimanê rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Tirkiyê hewceyî rizgarkirina ji pergala parastinê ya S-400’an a Rûsyayê ye ku aloziyê bi Washingtonê re xilas bike.

Rayedar wiha got: "Tenê şansekî Tirkiyê heye ku vegere li ser maseyê. Ew jî dizanin ku pêkanîna vê xebatê pêwîstiya xwe bi wêrankirina S-400’an an jî vegerandina wê yan jî xwejêrizgarkirina wê bi çi rêyê dibe bila bibe, heye."

Der barê axaftina Erdogan a dema ku vegeriya Enqereyê de jî rayedar got Trump agahdar kiriye ku Tirkiye dev ji pergala parastinê ya Rûsyayê bernade ku têkiliyên wan bi Moskovê re xurt in. Her wiha jî rayedarê Amerîkayê jî anî ziman ku ew li ser axaftinên Erdogan ên dawîn agahdar in û wiha da zanîn: "Ew dizanin li pêş du vebijêrkan in; an ceza bên ferzkirin an jî xwe ji S-400’an rizgar bikin."

Rayedar diyar kir ku ferzkirina cezayên Amerîkayê li dijî dewleta Tirk der barê kirîna pergala parastinê ya Rûsyayê ya S-400’an hê jî di pêkanînê de ye.

Di demek berê de DYA’yê der heqê beşdariya dewleta Tirk a bernameya balafirên F-35’an taloq kir ku pergala parastinê ya Rûsyayê kiriye û hişyarî li ser ferzkirina cezayan da.

(fr)


Mijarên Din