Washington bang li Enqereyê kir ku vekolandinê li Qibrsê rawstîne

Rojnameya Financial Mirror a qibrisî li ser zimanê ajansa nûçeyan a Qibirsê ragihand ku Wahshington bang li Tirkiyê kiriye ku vekolandinê li nêzî Qibrsê rawestîne û keştiya kolandinê Yavûz ji ava herêmî ya Qibrsê derxîne.

Wezîrê derve yê Tirkiyê roja Duşemê ragihand ku Tirkiyê keştiya çaremîn şandiya Deryaya Spî da ku tev li her du keştiyên kolandina El-Fatih û Yavûz û keştiya lêgerînê ya Barberos a ku li nêzî Qibrsê bi cih bûye, bibe.

Berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê ji ajansa nûçeyan a Qibrsê re diyar kir ku tenê Komara Qibrsê dikare tevgerên Tirkiyê yên vekolandina di deryaya wê ya herêmî de erê bike.

Berdevk got fikarên Washingtonê girêdayî tevgerên keştiya kolandinê ya Yavûz di herêma aborî de ya taybet bi Qibrisê hene.

Berdevk wiha domand:" Em bang li desthilatdariya Tirkiyê dikin ku dev ji tevgerên xwe yên ne qanûnî berde û Yavûzê ji deryaya herêmî ya Komara Qibrsê derxîne."

Her wiha berdevk diyar kir ku divê geşpêdana jêderan li rojhilatê Deryaya Spî hevkarî xut bike, bingeha ewlehî, enerjiya daîm û geşbûna aborî li tevahiya herêmê peyda bike.

Di dawiyê de berdevk got: "Em desteka pêşxistina çareseriyek adil ji bo parvekirina sûdên jêderên hîdrokerbon di navbera tevahiya aliyan de li Qibrsê berdewam dikin."

(şx)

 


Mijarên Din