Washingtonê careke dîtir Tirkiye ji ber kirîna S-400’an hişyar kir

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Morgan Ortigas Tirkiye careke dîtir ji bo cezayên ku dê DYA lê ferz bike ku heke di kirîna pergala S-400 ya Rûsyayê de israra xwe berdewam bike, hişyar kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)  Morgan Ortigas ji rojnamevanan re got dê Tirkiye xwe rastî ceza û pirsgirêkên rasteqîn ên neyînî bike heger pergala parastina hewayî ya S-400 bikire.

Morgan Ortigas diyar kir ku dîplomasiya DYA’yê di vê derbarê de pir eşkere ye.

DYA’yê di destpêka meha Hezîranê de dema heta dawiya Tîrmehê ji bo Tirkiyê da ku li biryara kirîna pergala S-400 vegere, da. Ev jî li ser balafirên nû (F-35) ên DYA’yê yên ku Tirkiye hewl dide bikire, bi nakok e.

Di wê çarçoveyê de Pentagonê got heke Tirkiye heta 31’ê Tîrmehê di kirîna pergala S-400’an de israr kir, dê pîlotên Tirkiyê yên ku niha perwerdeyê li ser balafirên F-35 dibînin, bên derkirin. Li rexê jî dê hemû peymanên ku kargehên Tirkiyê yên çêkirina parçeyên balafirên F-35 jî bên rakirin.

Wezareta Parastinê ya DYA’yê ev hişyarî da, ji ber Tirkiyê leşkerên xwe ji bo perwerdekirina li ser fuzeyên S-400 şandin Rûsyayê.

Li gorî Pentangonê, dê Washington 4 balafirên F-35 ên ku Tirkiyê kirine, radest neke lê belê hê jî li DYA’yê ne.

Tevî gefên DYA’yê, Tirkiye heta niha di girêbesta bi Rûsyayê re ya kirîna fuzeyên S-400 de berdewam e.

(fr)


Mijarên Din