Washingtonê dê cezayên nû li ser Sûdanê zêde bike, ger tundî zêde bû

Cîgira Wezîrê Karê Derve ya Amerîkayê ya Karûbarên Rojhilatê Afrîqa û Sûdanê Makela James got Washingtonê hemû berbijêrk di ber çav re derbas dike, di nav de heke tundî li Sûdanê zêde bibe, dê cezayan zêde bike.

Erebiyê Net ragihand ku Makela James di civîna bi parlemantoyan re diyar kir ku dibe ceza ji destûrnameyan an jî ji cezayên aborî jî pêk were, her wiha destnîşan kir ku rêveberiya Amerîkayê dixwaze mekanîzmeyeke guncaw bikar bîne û kesên ku cihê xwe di nava tundiyê de digirin, bike hedef.

Tê zanîn ku ev jî piştî rêzehevdîtinên nûnerê Amerîkayê bi Sûdanê li Xertûmê çêkiriye, hatiye.

Têkildarî mijarê, Endamê Meclisa Leşkerî ya Demkî Yasir El-Ata têkildarî redkirina serweriya Deklarasyona Hêzên Azadî û Veguhistinê, ji Meclisa Zagonsaz re, nûnerî Amerîkayê agahdar kiriye. Herwiha ew rê li pêşiya wekheviya di meclisa serwir de nagir. Endamê Meclisa Leşkerî got, ji bo nûnerê Amerîkayê garantiya pêkanîna demokrasiyê li welêt bi dest bixîne, daxwaza heta salekê hilbijartin neyên lidarxistin, kir.

Di vê derbarê de Sekretêrê partiya Kongreya Sûdanê û endamê Daklarasyona Hêzên Azadî û Veguhastinê hevdîtina bi balyozên Washington, Birîtanya û Nerwêcê re kişf kir.Tê zanîn ku civandin bi armanca lêgerîna geşedanên aloziyê de bû, her wiha diyar kir ku helwesta dewletên rojavayî, helwesteke pêşketî û piştgiriya daxwazên gelên Sûdanê dike.

Têkildarî mijarê nûnerê Amerîkayê yê girêdayî Sûdanê Donald Bos, da ku bi hemû aliyên siyasî re hevdîtinan pêk bîne û muzekereyên danûstandên zindî bi Meclisa Leşkerî û "Daklarasyona Hêzên Azadî û Vegusaztinê" re mor bike, gihaşt paytexta Sûdanê anku Xertûmê.

(eh)


Mijarên Din