Washingtonê daxwaza civînekê di derbarê Îranê de kir

Washingtonê di derbarê binpêkirinên Îranê de daxwaza civîna bi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomik re, kir.

Şandeya Emerîka di Ajansê Navnetewî ya Enerjiya Atomîk îro got ku DYE`ê daxwaza civîneke taybet ji meclisa rêveberên wekalê ya ji 35 welatan pêk tê kiriye. Daxwaza Emerîkayê lêkolîna dosyaya Îranê ye.

Diplomatên di Ajansê de gotin ku ew texmîn dikin ku civîn roja Çarşemê pêk bê. Ew yek piştî ku vê hefteyê Ajansê got, Îranê sînorê dawî ji uranyuma ku di hevpeymana nukleerî ya sala 2015 di navbera Tehran û hêzên cîhanê de hate îmzekirin, derbas kiriye, pêk hat.

Her wiha, Elî Ekber Wîlayetî şêwermendê mezin ê şoreşa Îslamî ya karûbarê navnetewî, got ku ji roja Yekşemê ve Îran dê hilbirina ûranyûmê bilind bike.

(jo)


Mijarên Din