Washingtonê efûkirina Iraqê ya wergirtina kehrebe û gazê ji Îranê, heta 3 mehan dirêj kir

AFP’ê li ser zimanê hikumeta Iraqê ragihand ku DYA’yê cara 3’yemîn li ser Iraqê bi dema 90 rojan cezayên ku li ser Îranê ferz kirine ku bihêle kehrebe û gazê wergire, dirêj kir.

Rayedarekî hikumeta Iraqê ji ajansa AFP’ê re raber kir ku piştî diyalogên dirêj bi DYA’yê re, wergirtina Iraqê ya enerjiya Îranê 90 rojên dîtir beriya dema efûkirinê, zêde kirin.

Ev nakokî, piştî aloziya di navbera Washington û Tehranê de li Kendavê zêde bû, hat û her duyan têkiliyên xwe yên xurt bi Bexdayê re hene.

Efûkirin tiştekî normal e ji bo Iraqê ku dikeve herêmeke germ. Her wiha pileya germahiya îsal ji salên berê pir zêdetir e.

Washingtonê dubare ceza li ser enerjiya Îranê di Mijdarê de piştî vekişîna ji peymana nukleerê ku di navbera dewletên mezin û Tehranê de sala 2018’an hatibû îmzekirin, ferz kir.

Kêmbûna enerjiyê ku bi piranî ya malan e, di rojê de 20 saetan bê kehrebe dihêle, diyardeyeke bingehîn a xwepêşandanên mezin e ku di van çend hefteyên borî de li Iraqê rû didin.

Da ku vê kêmbûnê çareser bikin, Iraq 28 milyon m3 gaza xwezayî ya Îranê vediguhêze kargehên xwe û her wiha bi awayekî yekser hezar û 300 megawatt kehrebeya Îranê jî dikire.

Ev jî DYA’yê venahesîne û hewl da rola Îranê kêm bike û ji nû ve cezayan li ser saziyên darayî, xetên barkirinê, beşa enerjiyê û berhemên petrolê ferz bike.

(fr)

 


Mijarên Din