Washington: Ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk nêz dibe

Cîgirê wezîrê karên derve yê kar û barên siyasî û leşkerî ya Amerîkayê Clark Cooper got DYA ji ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk bi sedema kirîna wê ya pergala parastinê ya asîmanî ya Rûsyayê ya S-400’î nêz dibe.

Li gorî rojnameya The National  a Îmaratê, cîgirê wezîrê karên derve yê kar û barên siyasî û leşkerî Clark Cooper wiha anî ziman: "Dem êdî bi dawî dibe ku vê dozê çareser bikin."

Clark Cooper diyar kir ku dê cezayên amerîkî li ser dewleta Tirk der barê bersivdana kirîna wê ya pergala moşekên asîmanî ya Rûsyayê de li gorî qanûna hevrikên Amerîkayê bi rêya cezayên CAATSA’yê ferz bikin.

Cooper ji rojnameya The National re wiha da zanîn: "Ji dewleta Tirk re pencereyeke teng heye ku vê dozê çareser bike."

Cooper wiha bi dawî kir: "Me yekser dewleta Tirk ji bernameya çêkirina hevpar a F-35’an bi dûr xist û her wiha endamtiya wê ya NATO’yê li ber keviyê hişt."

(fr)


Mijarên Din