Washington: Gefa Îranê plankirî bû

Cîgira wezîrê parastinê yê Amerîkayê ya ewlehiya navneteweyî Kathryn Wheelbarger got gefa Îranê ku hişt derdorên leşkerî li herêmê tev bigerin rast in û plankirî bû û destnîşan kir ku refleksa Washingtonê tevgera îraniyan asteng kir.

Skynewsê ragihand ku daxuyaniyên Kathryn Wheelbarger li Washingtonê di semînereke têkildarî şandina parçeyên leşkerî û hêzan li herêmê de pêk hat, ew yek li ser bingeha agahiyên îstixbaratan li ser gefên Îranê ku nêzî hemleyeke li dijî hêzên Amerîkayê li herêmê ye.

Her wiha Wheelbarger tekez kir ku dibe Washington bimîne û hebûna xwe xurt bike da ku parastina hevsengiya li herêmê bike, lê armanc ew e ku îraniyan bînin ser maseya dan û standinan.

DYA di Gulana çûyî de li herêma Rojhilata Navîn tevgerên leşkerî pêk anî, piştî agahiyên ku eşkere bûn, Îranê moşekên balîstîk ên menzîlkurt li keştiyên li berava Bendavê eyar kirine da ku li dijî hêzên Amerîka û keştiyên bazirganiyê bi kar bîne.

Rûsya û Tirkiye

Kathryn Wheelbarger rola Rûsyayê li herêma Rojhilata Navîn rexne kir û careke din çeka cezayan li dijî Tirkiyê rakir, eger di kirîna peymana sîstema S-400’an de dewam bike.

Lê Wheelbarger dît ku hîna li pêşiya Tirkan firseta ku paşde vegerin heye û destnîşan kir ku ew ê desteka aborî ji Tirkan re bike eger rastî zehmetiyan ji ber wê yekê were.

Berpirsa parastinê got Rûsya ne hevkarek e ku pişta xwe bidinê û îşaret bi rûdanên li Idlibê kir.

(jo/kc)


Mijarên Din