Washington ji bo Îranê banga civîneke girtî li NY‘yê kir

DYA‘ê bi mijara Îranê banga civînekê girtî  di roja Duşema bê be li Konseya Ewlehiyê Neteweyên Yekbûyî kir.

Li gorî Reutersê, di belgeya ku îro şandeya Washington ya li gel Neteweyên Yekbûyî ku îro belav kirbû de, hate gotin, doplomatên Amerîkayê dixwazin ku Konseya Ewlehiyê der barê Îranê û pêşkêşkirina agahiyên zêde li ser lêpirsîna êrîşên li dijî keşteyên petrolê li Kendavê de civînekê lidar bixe.

Roja Pêncşemê firokeyeke bê mirov a Amerîkayê ji aliyê Îranê ve hate xistin. Washingtonê biryara bersivdayînê da, lê beriya destpêkirina êrîşê bi çend xuleyan Serokê Amerîkayê Donald Trump ji biryarê paşde vegeriya.

Aloziya di navbera herdu welatan de piştî êrîşa di hefteya borî de ya li ser du  keştiyên petrolê yênNorwêçê li Kendava Omanê ji hêla aliyên ne nas ve hatî kirin, zêde bû ku DYA, Brîtanya û Erebistana Siûdî Îran ji vê yekê sûcdar kir, Îran jî tewanên li dijî wê bi tundî red kir.


Mijarên Din