Washington Post: Destê komên alîgirên Îranê di kuştina Haşimî de heye

Rojnamea Washington Post îdia kir ku komên girêdayî Îranê berpirsên kuştina pisporê iraqî Hîşam Haşimî ne û da zanîn ku wan ji demeke dirêj ve ji ber helwestên wî yên dijberî wan gef lê dixwarin.

Berpirsên iraqî ji rojnameya Washington Post a Amerîkayê re diyar kir ku lêkolînerê iraqî Hîşam Haşimî şeva din di mala xwe ya li Bexdayê de hate kuştin.

Berpirsên ewlehiyê ji rojnameyê re ragihand ku lêkolînerê Iraqî bi guleyê hatiye kuştin, çekdar li derveyî mala wî li ser motorsîklêtekê li benda wî bûn, paşê êrişî wî kir û ji cihê bûyerê reviyan.

Tu aliyan kuştina wî ne girt ser xwe. Lê li gorî gelek kesên li Iraqê, tê piştrastkirin ku ev êrişa kuştinê rastiya hebûna hemleyên kuştinê yên hêdî ku komên çekdar li dijî rexnegir û dijberên xwe bi kar tînin, diyar dike.

Haşimî 47 salî bû. Her tim di hedefa komên ku destekê ji Îranê digrin de bû.  Hevalên wî gotin gelek caran rastî gefan hat û ji mezintirîn lêkolînerê pisporên kar û barên DAIŞ`ê di cîhanê de bû.

Di demên dawîn de Haşimî behsa necazkirina komên li Iraqê destekê ji Îranê digirin, kir.

(bx)


Mijarên Din