Washington Post: DYA û Tirkiye ber bi qonaxeke bêveger ve diçin

Desteya weşanê ya rojnameya Washington Post a DYA’yê di gotarekê de ku li ser malpera xwe weşandiye, ragihand ku Tirkiye û DYA di têkiliyên xwe de ber bi qonaxeke bêveger ve bi sedema israrkirina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a belavkirina pergala parastina hewayî ya S-400 ya ku ji Rûsyayê wergirtiye, diçin.

Gotara di rojnameya Washington Post de, îşaret pê kir ku rayedarên DYA’yê der barê girêbesta S-400 ya Rûsyayê ku li ser balafirên F-35 xetere ye, bi fikar in. Ew balafir jî pergala çekên DYA’yê ya veşartî ye û stûna piştê ya NATO û hevalbendên dîtir e.

Piştî wergirtina koma yekemîn a parçeyên S-400 li balafirgeha Tirkiyê, divê DYA balafirên xwe biparêze.

F-35 balafirên herî pêşketî di cîhanê de ne. Dikare xwe ji radarên keşfê veşêre û heta rûberên dûr jî nikare bê dîtin. Heke hat kopyekirin an jî dizîn an jî xetereyek li ser çêbû dê zirar mezintir be.

Hin xetereyên bikaranînê di pêkanîna pergala rêkber li heman mecala hewayî de jî hene. Rojnameyê tekez kir ku ew mîsoger in dê Rûsya der barê komkirina detayên şer ên li ser bikaranîna balafirên F-35 de, kêfxweş bibin.

Li gorî rojnameyê, dubare Erdogan hat agahdarkirin ku divê yan balafirên DYA’yê yan jî moşekên Rûsyayê hilbijêrin û ne her duyan bi hev re. Lê belê diyar e nebihîst.

Ji aliyê radestnekirina balafiran ji Tirkiyê, rêveberî li gorî qanûna ku kes çekên Rûsyayê bikire dê rastî cezayan were, neçar e. Li rexê jî dê bandorê li aboriya Tirkiyê bike.

Erdogan roja yekşemê ragihand ku dê Trump çareseriyeke bibîne û cezayan rake.

Endamên kongreyê diyar kir ku qanûnên cezayan bi rêyekê hatiye nivîsandin ku derfetê nade Trump biguhere.

Tirkiye nikare balafirên F-35 û S-400 bi hev re wergire. Divê Erdogan qebûl bike. Heke Erdogan moşekên S-400 belav kir dê balafiran negire.

(fr)


Mijarên Din