Washington Post: Nêzîkatiyên Rêveberiya Xweser li hemberî girtiyên DAIŞ`ê re mirovî ye

 Rojnameya Washington Post a Amerîkî raporek belav kir, tê de behsa nêzîkatiyên hikumeta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beramberî girtiyên DAIŞ`ê re, dike.

Rojnameya wiha got: "Di zindana li bajarokekî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku parastineke mezin jêra tê kirin, endamên DAIŞ`ê neqşên ji teyran, gul û daran çêdikin."

Li gorî komeke  Mafên Mirovan li Iraqê girtiyên DAIŞ`ê di rewşên giran de dijîn, têne îşkencekirin û li ser wan cezayên bi salan hatine birîn û dighêje darvekirinê jî.

Li gorî nivîsa rojname, Rêveberiya Xweser hewl dide ji bo endamên DAIŞ‘ê yên girtî rêbazeke cûda bimeşîne. Berpirsên li wir dibêjin ku armanca wan ew e ku careke din tevlî civakê bibin û bi wan re bijîn û bi hêvî ne ku "Tevgera radîkal" ji holê were rakirin.

Rojname destnîşan dike ku îdeolojiye ku kurdên Sûriyê dimeşin, cezaya darvekirinê dûr dixe, her wiha dadgehên wan cezayên sivik û bi salên kurt li şervanên ku sûcên giran nekirine dibire û bi hevkariya eşîrên Ereb ên herêmî sedan kes serbest berdane.

Li gorî Dadwerê di dadgehên terotîstan de yên ji aliyê Rêveberiya Xweser tê birêvebirin Xalid Bercis Elî, rêveberî bi rêya rêbazên nerm û lêborîn hêvî dike ku xeleka şidet û rakirina tolê li herêmê bişkîne.

Bercis wiha dibêje: "Eger tu li ser kesekî cezayê mirinê bibirî, tu nehezkirinê belav dikî. Eger tu tolê rabikî, dê her kes radîkal bibe. Lê bi lihevkirinê em teqez dikin ku em dikarin pirsgirêkê bidawî bikin."

Rojname pirs dike: Çima civaka navneteweyî ew nêzikbûn erê nekir: ma cezayên giran radîkaliyê ji holê radike?

Rojnameyê diyar dike ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tenê hatin hiştin ku DAIŞ`iyên di zindan an jî bargehên girtinê de bi xwarin û vexwarin û parastin bikin. Li gorî Rêveberiya Xweser di nav wan girtiyan de hezar biyanî û 9 hezar hevjîn û zarokên wan ji 46 dewletan hene, tenê 14 dewletan vegera hemwelatiyên xwe li welêt erê kir û ku piraniya wan zarok bû.

Rojname dibêje ku gelek meh di ser têkbirina DAIŞ`ê re derbas bû, lê Ewropa tenê biçek kir da ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î vegerand.

Li gorî Washington Post ku Rêveberiya Xweser banga alîkariya navdewletî dike û pêşinyara avakirina dadgehekê dike da ku biyaniyên li gel wan girtî veguherînin edaletê. Lita Tyler ji Human Rights Watch û navenda wê Newyork re got ku civaka navneteweyî bi rêjiyeke kêm desteka xwe bi vê plane nîaşn da.

Li gorî berpirsekî dadgehên Qamişlo bi nav Hesen Hesen di 5 salên dawî de, hersê dadgehên terorê yên ku Rêveberiya Xweser ava kirin hezar û 500 doz lêkolîn kirin, 4 hezar DAIŞ`yên ji Sûriyê hene li benda dadgehê ne. Hesen got ku Rêveberiya Xweser hezar û 500 DAIŞ`yên ji Iraqê jî girtiye û hezar biyanî li radestî dadgehan nakin, heta ku dadgeheke navneteweyî ava bikin.

Rojnameyê tekez kir ku dema mirov serdana zindana li Qamişlo dike, herî kêm beramberî zindanên li Iraqê, mirov rehetiyekê lê dibîne. Di zindana li Qamişlo de nêzî 400 DAIŞ`yên poşman bûne hene.

Lêkolînerên Mafên Mirovan gotin, îşkencekirin û nêzîkatiyên ne baş li hemberî welatiyên iraqî yên guman li ser wan hene hişt ku, piştî vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê di sala 2011`an, rê li pêşiya vegera DAIŞ`yan vebe û nîşana vê yekê jî rewşa bêaramiyê ye.

Zindana li Qamişlo, ji hola serdanan, kilînka bijîşkê dirana, holek ji ber berberiyê, televizyon, odeyên razanê ji textên du an sê qat pêk tê.

24 girtî di zindanê de bûn, waneyên hunerî distandin û  di odeyekê mist tablo, bi pelan darên xurman xêz dikirin, her wiha wekî ku dixuye hin girtî jî proseya ji nû ve avakirina bajar û gundan şîrove dikin.

DAIŞ`yekî(36) axivî û got:"Me li vir çewtiya fikirê DAIŞ`iyan nas kir."Her wiha destnîşan kir ku 10 meh ji serbestberdana wî re maye.

Berpirsa rêveberiya zindanê Abîr got:"Felsefeya me ew e ku em derfeteke nû ya jiyînê bidine wan. Dibe zilanek ne bi zanebûn beşdarî DAIŞ‘ê bûye, dibe ku bûye qurbaniyên şert û mercan. Em derve dide wî da ku tobe bike."

(jo/eh)


Mijarên Din